Kongreya Star a Efrînê konferansa xwe ya 4'emîn li dar xist 2022-10-12 16:02:16     ŞEHBA - Kongreya Star a herêma Efrînê konferansa xwe ya çaremîn bi dirûşma "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bixin" li dar xit.   Kongreya Star a herêma Efrîn konfransa xwe ya 4'emîn li hola navenda çand û huner a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa "Dem dema azadiyê ye","Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin"hatibû xemilandin. Di konfransê de 33 delege ji endam û nûnerên Kongreya Star, mêvan ji herêma Cizîrê, bajarê Helebê amade bûn.     Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê dîwana konfransê ji 5 kesan hate amadekirin. Piştre axaftina destpêkê ji aliyê endama koordinisyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nijbîr Efrîn ve hate kirin û got: "Em vê konfransê li Rêber Apo, hemû jinên têkoşer û pakrewanên xwe pîroz dikin. Ev konfrans di demek hesas de hate lidarxistin ji bo ku bibe bersiv ji dijmin re. Çalakiyên fedayî ku jinên pêşeng li dijî dagirkeriyê dane meşandin ji planên wan xurtir bû."   Paşê ji aliyê endama Kongreya Star a Efrînê Armanc Reşîd perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê jin û rola wê di civakê de hate xwendin. Di heman demê de perspektîfên Kongreya Star ji aliyê endam akongreya star Efrînê Newroz Efrîn ve hate xwendin. Her wiha rapora du salan ji aliyê endama Kongreya Star a Efrînê Rîhan Elo ve hate xwendin û deriya nîqaşên derbarê wê de hate vekirin. Paşê sineviziyon li ser kar û xebatên Kongreya Star a du salan hate pêşkêşkirin.    Di dawiyê de plansazî û pêşniyar ji bo du salên pêşî hate xwendin û hin ji wan wiha ye:    *Bilindkirina çalakiyan ji bo azadiya Rêber û hemû deverên dagirkirî. *Zêdekririna asta dayîna perwerdeyan ji her du zayendan re.  *Avakirina komîteyên tendirustî û xurtkirina xebatên wan. *Lidarxisitina civîn û semîneran ji bo pêşxistina asta îdeolojî. *Avakirina rêveberên giştî ya jin û avakirina dîwanên jin li navçeyan.