Cendirmeyan gef li malbata Nagîhanê xwarin: Em ê we ji vir biqewirînin 2022-10-12 15:45:22   KONYA - Ji ber anîna cenazeyê Nagîhan Akarsel bi rêya balafirgehê hat astengkirin şûnde bi rêya bejahî wê bînin Silopiyê. Li gel vêya hat hînbûn ku cendermeyan gefa mirinê li malbata Nagîhanê xwarine û gotine em ê we ji vir biqewirînin.    Endama Navenda Lêkolînê ya Jinolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, akademisyen, rojnameger Nagîhan Akarsel di 4'ê Cotmehê de li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Ji ber prosedurên hilgirtinê yê cenaze yê Balafirgeha Hewlêrê wê cenaze bi rêya bejayî ji bo li Konyayê bê definkirin bînin Silopiyê.    Do parlamenterên HDP'ê çûn serdana malabat Nagîhanê ya li Gundê Golyazi yê Konyayê. Hevseroka DFG'ê Dicle Muftuoglu û gelek endamên MKGP'ê ji bo cenazeyên Nagîhanê pêşwazî bikin çûn gundê Nagîhanê.    Cendermeyê gef li malbata Nagîhanê da xwarin: Em ê we ji vir biqewirînin   Malbata Nagîhanê da zanîn ku cendermeyan ji wan re gotiye:"Wê dirûşm neyên berzkirin, kesên îşareta serfiraziyê bikin wê tiliyên wan bên şikandin, bi bêdengî veşêrin, tiştek bibe em ê vî gundî bişewitînin em ê we ji vir biqewirînin."   Rojnameger birin qereqolê   Gelek rojnameger li ketina gund bi astengiya cendermeyê rû bi rû man. Rojnameger birin qereqolê. Her wiha hat hînbûn cenderme çûye malên din ên gund û ji gundiyan gotine neçin şînê.    Cenazeyê Nagîhanê ji Hewlêrê ber bi Silopiyê ve tînin.