Girtiyên li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê dan destpêkirin 2022-10-11 12:34:51   KÎLÎS  - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Girtiyên bi navên Ugur Taşdevîren, Huseyîn Osmanpur û Huseyîn Aydin ku li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê tên ragirtin, bi sedema zexta “hejmartina ser pêyan” û binpêkirinan, di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kiribûn. Piştî hevdîtinan jî girtiyan çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Girtiyan da zanîn ku binpêkirinên li girtîgehê hêj berdewam dikin û li dijî van binpêkirinan jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine.    Di nava mehekê de derheqê me de 6 lêpirsîn hatin destpêkirin   Ji girtiyan Ugur Taşdevîren têkildarî mijarê li ser telefonê bi malbata xwe ya li Wêranşar a Rihayê re axivî. Ugur, da zanîn ku piştî çalakiya destpêkê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirine û ev agahî parve kirin: “Ji bo bicihanîna daxwazên me, soz dan. Di nava mehekê de derheqê me de 6 lêpirsîn hatin destpêkirin. Di encama van lêpirsînan de jî cezayê qedexeya hevdîtina vekirî yê 6 mehan dan me. Her 14 rojan carekî de ceza didin. Me jî li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Ji bilî vê tu rêyeke din li ber me nehiştin. Ji dadgehê heta dozger, wezareta edaletê, partiyên siyasî û komeleyeyên mafên mirovan, em serî li ku bidin tu çareserî pêş nakevin. Me jî ev çalakî weke rêya dawî dît.”    Em xistin hucreyên yekkesî   Bi domdarî Ugur xwest ku daxwazên wan bên qebûlkirin û wiha qedand: “Dema me di meha îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan kirî, şert û mercên rojiya mirinê li me ferz kirin. Em xistin hucreyên yekkesî. Li hucreyê mehê tenê carekê avê didin. Xurekên din ên ji bo greva birçîbûnê nayên dayîn. Me dibin cihê bêkamera û zexta derûnî li me dikin. Me îro dest bi grevê kir û dê heman tiştan bikin. Dê me ji hev veqetînin û hewl bidin bi me paşvegav bidin avêtin. Êrişeke li dijî nasnameya me hey. Me ji bo berjewendiyên şexsî dest bi çalakiyê nekir. Vîna me nas nakin û weke girtiyên edlî nêz dibin. Hejmartina ser pêyan ferz dikin. Em vê qebûl nakin. Ji bo vê jî her roj êrişî me dikin. Heta daxwazên me tên qebûlkirin dê li ber xwe bidin. Em 3 kes in û bi tenê man. An bila daxwazên me bên qebûlkirin an jî bişînin girtîgeheke din. Lê belê ne daxwazên me tên qebûlkirin û ne jî sewqên me tên kirin. Banga me ji bo ÎHD’ê, komeleyên piştevaniyên bi girtiyan re û partiyên siyasî ew e ku şandeyan bişînin girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtinan bikin.”