Îmzeya du rojnamegeran di nûçeya ‘Koma Aştiyê’ de ye 2022-10-11 09:05:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûra me ya nûçeya Safiye Alagaş ya hat girtinê û endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel îmzeya wan yekem car di 2009’an de di DÎHA’yê de dema dest bi pîşeyê kirin hat gel hev. Yekemîn nûçeya her du rojnamegeran nûçeya Koma Aştiyê ya bi banga Rêberê PKK’ê hatibû.   Rêya Midûra me ya Nûçeya Safiye Alagaş ya hat girtinê û endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel bi salan berê di Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) bû yek. Her du rojnamegerên ku bi pênûsên xwe li dijî îdeolojiya mêr-dewletê têkoşîn meşandin wê demê îmze avêtin nûçeyên gelek girîng e.   Nûçeya yekem a bi îmze ya Nagîhanê di 18’ê cotmeha 2009’an de hat weşandin. Di nûçeya ku bi Safiyeyê re jî çêkirine, Nagîhan nirxandinên  Sekretera Jinan a sosyalîst Enternasyonal Marlene Haas yên der barê Koma Aştiyê ya bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye, parve dike.    Safiye di 8’ê hezîranê de di operasyona li hember rojnamegeran de hat binçavkirin û bi 15 hevpîşeyên xwe re di 16’ê hezîranê hat girtin.    Nagîhan jî di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê di suîkastek bi hevkariya PDK-MÎT’ê de hat qetilkirin.   Nûçeya hevpar a herdu rojnamegeran…     "Sekretera Jinan a Sosyalîst Enternasyonal wê komên aştiyê pêşwaz bike   SAFIYE ALAGAŞ / NAGÎHAN AKARSEL   STENBOL(DÎHA) - Sekretera Jinan a Sosyalîst Enternasyonal Marlene Haas, diyar kir ku şer ji bo jinan pirsgirêkên cuda tîne rojevê û li cihê şer û pevçûn hene divê jin tevli hevdîtinên aştiyê bidin û ev wê hîn zûtir bigihîne armancê. Haas her wiha daxuyakirin ku wek li Fîlîstîn û Israîlê wê li Tirkiyeyê jî bi ser mijarê de biçin. Haas got bo pêşwazîkirima aştiyê ya bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên Tirkiyeyê wê li Sîlopiyê be.   Sekretera Jinan a Sosyalîst Enternasyonal ku li seransrê cîhanê 156 rêxistinên jinan endamên wêne, Femînîst Marlane Haas, destnîşan kir ku di xebatên der barê aştiyê de li her derê cîhanê cîhekî girîng yê jinan heye, di pêvajoya aştiyê ya Israîl û Fîlîstanê de ji bo jin tevli pêvajoyê aştiyê bibin xebat û hevdîtin hatine kirin. Haas anî ziman ku wê li Tirkiyeyê jî hevdîtinên PKK, DTP û hikûmetê bên kirin û divê saziyên jinan jî tevli bibinû nêrînên wan li ber çavan bên girtin, ji bo jin tevli pêvajoya aştiyê bibin wê hewldanên me hebin. Haas diyar kir ku komên aştiyê yên bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngavek girînge û got wê ew jî ji bo pêşwazîkirinê li Silopiyê be. Ligel vê got Sosyalîst Enternasyonal organîzasyona jinan herî kevn û berfireh a cîhanê ye û armanca wan ev e ku li her derê wekheviya jin û mêr hebe, tenê li parlamentoya Swîdê ji sedî 50 endamên jin hene.   ‘Jin qurbaniyên şer in’   Haas balkişand ser pirsgirêkên hevpar yên jinan û wiha dirêjî dayê: “Di serî de xizanî tê. Piştre pirsgirêka perwerdê, jin tevli perwerdeyan nayên kirin. Li gelek welatan jin nikarin perwerdê bigirin. Şîdeta li hember jinê  li her derê heye û di heman demê de di şeran de her tim jin qurbanî ne. Mînak  wek Fîlîstînê li Tirkiyeyê jî jin qurbaniyên şer in.Em dixwazin ku der barê vê de xebatekê bikin. Sê partiyên Kurd yên endamê me ne, ji Tirkiyeyê DTP, ji Îran û Iraqê her yekê  partiyek Kurd em bên gel hev û rewşa jinên kurd di civînekê de bigirin dest. Di civînek wisa de em nikarin çareseriyek navneteweyî biafirînin. Divê ewil em bi DTP’ê re biaxivin.”   Enerjiya jinên DTP’ê hêzê de Enternasyonalê   Haas di berdewamiya axaftina xwe de rewşa kurdan a li Tirkiyeyê têde ne trajîke û wiha domand: “Li Tirkiyeyê 20 mîlyon kurd hene. Lê zimanê wan nagirin bin ewlehiya destura bingehîn. Zextên li ser kurdan didomin. Parlamentoya Tirkiyeyê mafê dide Tirkan divê bide kurdan jî. Ev rewş tenê ne 20 mîlyonî, hemû Tirkiyeyê eleqeder dike û rewşek xerab û neyîniye. Her wiha enerjiya jinên DTP’ê bandorek neyînî li ser Enternasyonlê dike. Sosyalîst Enternasyol di 1907’an de civînek kir û biryara ‘divê jin li maseya ku aştî tê axaftin cih bigirin û bibin parçeyê vê.’ Em şopdarê vê bryarê ne. Ji bo jin tevli pêvajoya aştiyê bibin em xebatên cuda dimeşînin.Em li Fîlîstîn û Israîlê bi serokwezîrê her du welatan re axivîn û me got ‘ji bo ev şer bidawî be divê hun jinan jî tevli pêvajoyê bikin.’ Li Tirkiyeyê jî mijarek wisa heye. Em ê bi PKK, DTP û dewletê re biaxivin û bêjin divê gotina jinan li ber çavan bigirin û tevli pêvajoyê bikin. Di vê mijarê de wê hewldanên me hebin.”   Haas gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ez bawerim ku wê jinên Kurd teqez aştiyê bînin. Ez dixwazim di meşa aştiyê ya jinên Kurd de ligel wan bim. Der barê yên berê de mixabin zêde agahiyên min tune ne. Lê di vê pêvajoyê de ji bo aştiyê ez ê piştgiriyê bidim vê pêngavê. Ji bo vê ez ê biçim Amedê û tevli pêşwaziya komên aştiyê bim. Her wiha divê êdî dewlet jî li gorî vê pêngavê bavêje.”   Rêxistina Jinan a Sosyalîst Enternasyonal; ji 1907’an heta niha kom dibe   Rêxistina Jinana Sosyalîst Enternasyonal ku di 1907’an de di bin bana Sosyalîst Enternasyonal de, bi hatina gel hev a 156 rêxistinên jinan bû û rêxistin salê 4 caran tê gel hev. Nûnerên jinan a sosyaslîst ku civînan wek alava ragîhandinê dibînin, civîna wan ya din wê li Ispanyayê pêk bê û wê şîdeta li ser jinan bê nîqaşkirin. Rêxistin tenê pirsgirêkan nîqaş nakin, bi hikûmetên herêmên bi pirsgirêk re jî hevdîtinan dikin û zextan ava dikin.”