Postera Nagîhanê bi avahiya HDP'ê ve daliqandin 2022-10-10 14:51:10   STENBOL - Postera mezin a endama Navenda Lêkolînên Jineoljiyê Nagîhan Akarsel li avahiyê Rêxistina Bajêr a HDP’a Stenbolê hate daliqandin.    Postera mezin a endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmehê di encama êrişeke bi çekdarî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê  hatibû qetilkirin li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê hate daliqandin. Li ser postera mezin a Tevgera Jina Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê amade kiriye ligel wêneya Akarselê nivîsa “Nagîhan Akarsel nemir e. Nagîhan Akarsel di têkoşîna jinên azad de pênûsa zanîst û têkoşînê ye. Jin dê şopa pênûsa wê bidomînin” hate nivîsîn.