Li Enqereyê merasîma bîranînê 2022-10-10 14:07:54   ENQERE - Ji bo kesên ku di êrîşa DAIŞ’ê ya li Gara Enqereyê hatin qetilkirin merasîma hat lidarxistin de hat gotin ku heta kujer bên darizandin dê têkoşîn bidome.    Di 10 cotmeha 2015’an de 104 kesên ku êrîşa DAIŞ’e ya li dijî  “Mîtînga Aştî û Demokrasiyê” a li Qada Garê hatın hetilkirin hatın bibîranîn. Bîranîna 7’emîn a ji aliyê Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê ve hate lidarxistin Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Parlamenterên Partiya Karkeran (TÎP) Ahmet Şik, Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê, endamên Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeya  Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger (DÎSK) û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn di bernameya bîranînê de amade bûn.     Beriya biranînê polîsan qad dorpêç kirin û tevlîbûna gel  ku dixwest bikeve qadê û rojnameger hatin astengkirin. Polîs li gel rojnamegeran tundî li girseya ku dixwest bikeve qadê kir û gelek kesên ku bertek nîşan dan jî binçav kirin.   Meş hat lidarxistin   Malbatên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane li pêşiya Gara Enqereyê pankarta wêneyên kesên ku hatin getinlkirin li ser bûn hilgirtin û meşiyan. Malbat û birîndarên qetlîamê dirûşmeyên “10’ê cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Dê roj were, dewran vegere, ji kujeran hesab wê bê pirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Kujer DAIŞ hevkar AKP” berz kirin. Malbatan navê kesên jiyana xwe ji dest dane yek bi yek xwendin û girse bersiva “Li vir e” da û bîranîn di saet 10.04’an bi rêzgirtinê dest pê kir.    Di bîranîna 7’emîn a Qetlîamê de Seroka Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî axivî û got: “Em her sal ji bo dengê êşa me bê bihîstin bîranînê pêk tînin û heya kujer bên darizandin em ê vê yekê bidomînin. Em ê heya bîrdarî li vir bê çêkirin her 10’ê mehê li vir kom bibin. Polîsan gelek kes di bîranînê de binçav kirin. Em naxwazin bi tenê serê xwe şîna xwe bigirin.”   Piştre jî Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Dayika Korkmaz Tedîk ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû Zohre Tedîk, Serokê TMMOB’ê Emîn  Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût  axivîn.   Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi danîna qurnefîlan a li pêşiya bîrdariya temsîlî bi dawî bû.