Malbat û hevalên Nagîhanê ew li mala lê ji dayik bibû bi bîr anîn 2022-10-10 11:28:34   KONYA - Malbat û hevalên endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ku li Silmêanê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin li mala lê ji dayik bibû bi bîr anîn.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jinelolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê başûrê Kurdistanê Silêmanî di 4'ê Cotmehê de di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin.  Cenazeyê Nagîhanê ji aliyê jinan ve bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji Slêmanî ber bi hewlêrê ve hat rêkirin.   Li bendê ye ku cenazeyê Nagîhanê bîbin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Enqereyê û ji wê jî bibin cihê lê jidayik bûye gundê Golyazî ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. Piştî cenaze bibin cihê Nagîhanê lê ji dayik bûye li bendê ye ku bi merasîmeke girseyî ya ji aliyê malbat, heval û heskiriyên nagîhanê ve cenaze bê definkirin.   Malbat û hevalên Nagîhanê li mala ku Natgîhan lê ji dayik bûye  "Quncika Nagîhan" amade kirin. Li quncika ku wêneyê Nagîhanê lê hat danîn qurnefîl hatin danîn û find hatin danîn.   Malbatê, li mala xwe ya li Golyaziyê dest bi qebûlkirina sersaxiyan kir.