‘Dilê wê her tim bi agirê pevçûnê dişewitî’ 2022-10-10 09:08:28   Rozerîn Gultekîn-Marta Somek   STENBOL - Endama Akademiya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul hevala xwe Nagîhan Akarsel vegot û wiha anî ziman: “Dilê wê her tim bi agirê pevçûnê dişewitî. Tu car teslîm nebû. Ev parçeyek mîrateya mezin a vê pevçûnê ye. Wek wê hezkirina ji jiyanê, tê wateya xwegîhandina tehma azadiyê, tê wateya dewrgirtina mîrateyê.”   Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnameger Nagîhan Akarsel li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di 4’ê cotmehê de di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin. Nagîhan ku seranserê jiyanê îdeolojiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe de nexş kir, ji bo lêgerîna azadiya jinê jî dibe ronahî.   Endama Akademiya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul hevala xwe Nagîhanê vedibêje û diyar dike ku ew hevala pevçûnê bû.   Haskar diyar dike ku kesayeteke ku dest dide ser jiyan û dilê mirovan a Nagîhanê hebûye û her dema jiyana xwe bi nirx didît û wek wê keseke ku nirx û wate daye jiyanê nedîtiye. Haskarê wiha vegot: “Dibêjin ku piştî mirov dimrin nirxê wan tê fêmkirin. Lê Nagîhan her tim ji bo me girîng û bi nirx bû. Di xebat û sohbetên me de min digot çawa dibe ku evqas bi hestiyar bi baldarî difikirîne. Ya herî xweş çibû hûn dizanin? Bi wê re hevaltiya pevçûnê bû…”   Dilê wê her tim bi agirê pevçûnê dişewitî   Haskarê da zanîn ku tevî hemû şeran wê baweriya xwe bilind kiriye û wiha daxuyand: “Bi bawerî û başiya xwe ya li hember mirovahiyê li dijî zilmê têdikoşiya. Dilê wê her tim bi agirê pevçûnê şewitî. Coşa şoreşê saniyekê winda nedikir. Di her kar û barî de ji bo hêjayî pevçûnê bû dîrok û rojevîbûn dikir yek, encam digirt. Belê Nagîhan kesek wisa bû. Xwe dida hezkirin, dida lêpirsînkirin. Hevaltiya bi wê re nirxa mezin bû.”   Rola îdeolojîk a Nagîhanê   Haskarê wiha dirêjî dayê: “Di mijara 2021’ê de me bernameyek bi navê Jînerjî pêk anî û ev berhema xebatên hevpar bû. Nagîhan jî tevli bû. Ji bo jineolojî bigihêje hemû civakê di gelek alî de xebat dihat meşandin. Me der barê naveroka bernameyê de gelek nêrîn ji hev girt. Em bi hev re tevli bernameyê bûn. Ligel wê ez gelek rehet bûm. Ji ber bersiva pirsên min pir zelal bû. Di xebatên jîneolojiyê de para Nagîhanê gelek zêde ye. Nagîhanê têgehên nû bi kar dianî. Têkiliyên di navbera şoreşgerî, zanistî û felsefî de pir baş ava kir. Dema min nivîs û nirxandinên wê dixwend min digot min qet wisa li mijarê mêze nekiribû. Zîhniyetên dijminê bilindkirina têkoşînê, Nagîhan qetil kirin. Zîhniyeta dijmin tu car cîhana ku Nagîhanê dixwest biafirîne fêm nekir.”   ‘Ji hêviya ku afirand ditirsiyan’   Haskarê axaftina wiha berdewam kir: “Fikrên Nagîhanê deshtilatdarî pelçiqand û derbas kir. Fikrên Nagîhanê di heman demê de modeleke ku dikaribû pêk bihata ya. Nagîhan ji bo ev fikr û ferast pêk bê û belav bibe bi canû  dil xebitî. Hevala min Nagîhan mîmara kevneşopiya çapemeniya azad bû. Dewlet ji fikr û nêrînên Nagîhanê tirsiyan. Nagîhan yek ji damezrînera Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê ya Rojava, xebatên ajansa jinan, akademiyên jineolojiyê û xebatên kovara jineolojiyê bû. Xebata wê ya dawî jî xebata Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a li Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin û temam kiribû. Lê ew ji holê ranekirin. Nagîhan ji roja têkoşînê dide heta niha mewziyên girîng bi şoreşê da qezenc kirin. Mîrateya herî mezin a Nagîhanê ji civakê re hiştiye, baweriya bi şoreşa jinê ya aşî kiriye. Tiştên dît nîşan da, yên zanibû vegot û bi fêrkirinê da fêrkirin. Nagîhan di têkoşîna jinê de rola pêşeng bû.”   Tu car teslîm nebû   Haskarê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Nagîhanê tiştên hêvî dikir veguhertiye heqîqetê û tu car teslîm nebûye û wiha dawî lê anî: “Nagîhan ji bo nasnameya jina azad bu ronahî. Nagîhan di şoreşa jinê de wek derwêşekê bû. Bila deynê rêhevala me Nagîhanê be. Em ê wek wê ji jiyanê hez bikin, rêzê nîşan bidin, watedar bikin û mîrateya wê dewr bigirin. Divê em xwedî li têkoşîna Nagîhanê derkevin.”