Abdullah Ocalan: Hişmendiya jinê pêş bikeve wê pirsgirêk çareser bibin 2022-10-10 09:05:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnameger Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Piştî qetilkirinê, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku çima hewce bi hişmendiya jinê tê dîtin, balê dikşîne.   Têkoşîna jinê Kurd ku 40 sal in tê meşandin ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham. Li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de dirûşma ‘cîhanek din pêkan e’ derket pêş û dirûşma ‘jin jiyan azadî’ jî di roja îro de bûye formusala israra di jiyana azad de.   Jîneolojî (Zanista Jinê) ku têkoşîna azadiya jinê, tecrube, asta hişmendî ya îdeolojîk û gîhandina vê ya çarçoveya zanistî ye, di vê pêvajoya şoreşê ya esasa wê jin e de zêdetir hat nîqaşkirin. Pergala serdest a mêr jî ji bo desthilatdariya xwe winda neke jinan hedef digire. Herî dawî endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnameger Nagîhan Akarsel li Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di 4’ê cotmehê de di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin.   Nagîhanê jiyana xwe da ser jîneolojiyê û ji bo rastiya vê bê fêmkirin divê em nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin dest. Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de hewcedariya bi zanista jinê pir baş dinirsîne.   Abdullah Ocalan diyar dike ku rastiya jinê pir berfireh e û di vê mijarê de ji zayendê wêdetir, aborî, civakî û aliyên siyasî jî dihewîne.    Mêrtiya mohra xwe li zanistên civakî daye   Abdullah Ocalan diyar dike ku ger têgeha binpêkirinê ji netew û welat bê derxistin em dikarin cihê jin wek binpêkeriya herî kevn venasîne û dibêje: “Bi rastî tu beden û ruhî wek jinê binpêkerî nas nekriye. Jin di statuyek binpêkirinê ya ku sînorê wê hêsan nayê diyarkirin de hatiye girtin. Zanista ku mêran mohra xwe lê daye, di hevokên ku behsa jinê dike de jî tu rastiyê nîşan nade. Statuya rast a jinê bi van gotinan hemû zext, îşkence û binpêkirinê vedişêre.”   Çima Jineolojî?   Abdullah Ocalan der barê têgeha jinolojiyê de jî wiha diyar dike: “Li şûna femînîzmê jîneolojî armancê dikare baştir bihewîne. Hêmayên ku jineolojî derxe holê, herhal ji teolojî, polîtîkolojî, pedagojî û gelek baskên sosyolojiyê kêmtir rastiyê nahewîne. Jineolojî hem alî xweza hem alî fîzîkî ya xweza civakî de beşa herî berfireh teşkîl dike. Wê demê çima xweza çima nebe mijara zanistê.”   Heta jin di tarîtiyê de bin civak ronî nabe   Abdullah Ocalan destnîşan dike ku heta jin di tarîtiyê de bin wê civak ronî nebe û wiha dibêje: “Jineolojî wê di gelek mijarên ji dîroka binpêkirina jinê bigire heta binpêkirina aborî, civakî, siyasî û zîhnî derxe holê, hemû mijarên din ên dîrokî, civaka rojevî derxe holê. Bêguman derxistina statuya jinê jî  aliyekî din ê mijarê ye. Azadiya civakê girêdayê azadiya jinê ye. Ya girîng ev e ku wê naveroka vê îfadeyê çawa bê tijekirin e.Azadiya jinê, wekheviyê tenê bi azadiya civakê diyar nake. Teorî, bername, rêxistin û çalakiyan jî ferz dike.”   Di bin navê evînê de alçaxiyên tên kirin   Abdullah Ocalan her wiha dibêje divê jin ji statuya ‘dayika pîroz, namûs, hevjîn, dest jê nayê berdan’ bê derxistin wek kirde rastiya jinê bê lêkolînkirin û got: “Bêguman ev lêkolîn divê ji soytarîbûnên evînê bê paqijkirin. Heta aliyê herî girîng ê lêkolînê divê alçaxiyên mezin ên tên veşartin (tecawiz, cinayet, şîdet, dijûn) derkevin holê. Gotina Heredot a ‘hemû şerên Rojhilat û Rojava ji ber jinê derketine’  ancax dikare rastiyê aşkera bike. Jin wek binpêker nirx girtiye û ji şeran re bûye mijar. Dîroka şaristaniyê wisa ye û modernîteya kapîtalîst bi awayekî giran jin binpê kiriye. Binpêkirin li nasnameya jinê nexşandiye. Hemû keda wê binpê kiriye, kiriye çavkaniya bê sînor a mêran, kiriye maşîneya welidînî û her weke din.  Em çiqas nexwazin jî vegera li statuya jinê bi êş e.”   Wekheviya dîtbarî   Ocalan her wiha tîne ziman ku wekheviya jin û mêr a heya roja îro tu rastiyê nîşan nade û di vê mijarê de jî wiha got: “Tevgera femînîst li dijî van rastiyan divê bibe tevgera dijberê pergalê. Tevgera jinan ku em koka wê bispêrin şoreşa Firansayê, piştî çend astan heta îro hatiye.  Ewil li pey wekheviya hiqûqî reviyane. Ev wekhevî îro pêk hatiye. Lê mixabin naveroka wê vala ye. Di mijara mafên civakî, aborî û siyasî de jî hinek pêşketin hene. Di dîtbarî de jin wek mêr azad û wekhev e. Lê mixabin ev xapînok e. Tenê di dîtbarî de wekheviya jin û mê heye.”   Her ku zanista jinê pêş keve wê pirsgirêk çareser bin   Abdullah Ocalan der barê zanista jinê de ku dikare çawa pirsgirêkan çareser bike de jî wiha dibêje: “Di rewşa zanista jinê pêş bikeve de wê pirsgirêk jî bên çareserkirin. Hestên zayendî yek ji teşeyê fêrbûna jiyanê ya herî kevn e. Ev ji bo hewceriya berdewamirina jiyanê bersiv e. Zêdebûn di bedena jinê de pêk tê. Rola mêr di vê bûyerê de pir talî ye. Berdewamkirina nîjadê bi jinê re û ev bi zanistî jî hatiye vegotin. Jin tenê zarok nayne dinê. Heta mirinê jî berpirsyariya lênerînê digire ser xwe. Encama em ji vir derxin ev e. Di hemû têkiliyên zayendî de divê jin xwedî gotin bin. Ji ber her têkiliya zayendî pirsgirêkên giran ji bo jinê derdixe holê. Jina 10 zarokan tîne dinê hem alî fîzîkî hem alî ruhî de ji mirinê wêdetir têk diçe. Nêrîna mêr a li zayendê bêpergal e û bêberpirsiyar e. Di vir de cehalet û kolekirin rolê dilîze. Di dema hiyerarşîk û xanedanê de pir zarok ji bo mêr hêz bû. Garantiya ku wê destilatdar bimîne dida. Jin bi vî awayî vediguhertin alava welidînê.”    Wekhevî û azadiya jinê   Abdullah Ocalan wiha didomîne: “Bandora welîdîna pirzarokiyê li ser hemû ekolojî û xweza civakî jî dibe. Ev wek zêdebûna serjimarê dertê holê. Di alî zanista jinan de jî di alî hemû zanistan de jî, serjimara mirovan bi rêbaza ‘hînbûna hîsî’ nayê domandin, zêdekirin û di hinek  rewşan de jî nayê kêmkirin. Bêguman zêdebûna serjimarê tekel û desthilatdarî ye; ew jî tê wateya ku zêdetir kar bikin. Jin di alî etîk û estetîka jiyanê de rolek girîng dilîze. Etîk û estetîk  parçeyên ji zanista jinê nikarin veqetîne.  Têkiliya jinê ya bi xwezayê re li gorî mêran pir berfireh e. Pêşketina aliyê hişê hestiyarî jî têkildarî vê ye. Ji ber vê jî ev di alî jinê de mijarek hebûnê ye.”   Faliyeta civakî ya jinê rola xwe dilîzin   Zanista aborî jî divê wek parçeyek zanista jinê bê pêşxistin. Ji destpêkê de jinan di qada aboriyê de rola esas lîstine û ev teşeyê faliyeteke civakî ye. Xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê bû, ji ber vê aborî ji bo jinan gelek girîng e. Aborî karê esas ê jinê ye.  Lê aborî ji destê jinan girtine dane destê bazirgan, tefekar, dewlet, axa, mêr û sermayedaran û darbeyek mezin li jiyana aboriyê dane.    Zanista jinê ya femînîzmê  jî dihewîne wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rolek sereke bilîze. Divê em tenê bi rexneyên tevgera jinan ên paşerojê nemînin, divê em zêdetir berê xwe bidin dîroka şaristanî û modernîteyê. Ger di zanistên civakî de mijara jinê, qet tunebe û asta tunebûnê de be berpirsê vê zîhniyeta hegemonîk e.”