ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-10 09:00:00     * Komîsyona Zarokan a Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, ji bo zarok xwezayê nas bikin xebatên cuda dimeşînin. Endama komîsyonê Leyla Çîte diyar kir ku bi xebatên xwe dixwazin zarok xwezayê nas bikin û afrîneriya zarokan derxin holê. Nûrşîn Arslaner jî endama komîsyonê ye û da zanîn ku berê zarok her li kolanan bû niha jî li AVM'ê ne û dixwazin vê çandê ji holê rakin. DÎMEN HEYE   *Rojnamevan û edîtora kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel ku li Kurdistanê di gelek projeyên bi nirx de bû pêşeng bi sûîkastekê hate qetilkirin. Hevala wê Necîbe Qeredaxî ya pêre demên dirêj xebat daye meşandin Nagîhan bi van gotinan şîrove kir: "Wê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ kiribû felsefeya jiyanê. Wê mîrateyek mezin bi felsefeya xwe ji me re hişt. Îro dora me ye em ê bi pênûsa Nagîhan û bi felsefeya wê têkoşîna xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE   *Têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, ji Rêveberiya TEV-DEM' Hedle Hesen ji ajansa me re nirxandindin kir. Hedleyê got:"Dewleta tirk xwest bi Komploya Navneteweyî Gelê Kurd têk bibe, her wiha Kurdên ku li Tirkiyeyê dimînin jî bike bin desthilatdariya xwe." DÎMEN HEYE   * Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojî û edîtora kovara Jîneolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnameger Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Piştî qetilkirinê, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku çima hewce bi hişmendiya jinê tê dîtin, balê dikşîne.   *Malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan cara duyemîn çûn Enqereyê, bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Malbatan daxwaz kirin ku kesên berpirs û rayedar bikevin tevgerê û gavek şênber bavêjin. DÎMEN HEYE   * Ji Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Cemîle Karakaya da zanîn ku şerê ku mêr didin destpêkirin herî zêde jinan hedef digirin û aştî jî ji aliyê hemû kesên ji derveyî zîhniyeta serdet a mêr dibînin, dikare bê honandin. Cemîleyê anî ziman ku herî zêde mafê jinan e ku ji şer re bêjin na. DÎMEN HEYE   *Endama Akademiya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul hevala xwe Nagîhan Akarsel vegot û wiha anî ziman: “Dilê wê her tim bi agirê pevçûnê dişewitî. Tu car teslîm nebû. Ev parçeyek mîrateya mezin a vê pevçûnê ye. Wek wê hezkirina ji jiyanê, tê wateya xwegîhandina tehma azadiyê, tê wateya dewrgirtina mîrateyê.” DÎMEN HEYE