Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî Komploya Navneteweyî meş li dar xistin 2022-10-09 14:02:38   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî 24'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş li dar xistin.   Şênî û xwendekarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji vir heta li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.    Di meşê de al û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YJA Star, wêneyên kesên ku di êrişên cûda de hatibûn qetilkirin hatin hildan. Her wiha pankarên bi nivîsa “Bi Têkoşîna Bazên Zagrosan Em ê Pergala Îmralîyê parçe bikin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin”, “Bi ruhê Sara û Rûkenan em ê Komploya Navdewletî hilweşînin, bi Rêber Apo re azad bijîn” û “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Komployê hilweşîne Modernîteya Demokratîk ava bike” hatin rakirin. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî bike” û “Bijî Berxwedana Îmralî” hatin berzkirin.   Piştî ku girse gihîşte ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) deqeyek rêz ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel Yusif Kara axivî.   Yusif Kara komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ez beriya her tiştî di kesayeta Rûkenan, Sarayan, Bahozan, Mardîn, Ebuzêdan de tevahî şehîdên meha Cotmehê de ku bi serxistina azadiya gelên bindest, ji bo pêşxistina xeta Rêber Apo canê xwe feda kirîn, bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em 24’emîn salvegera komploya qirêj, komploya hêzên zirhêz ên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikin.”   Yusif  got: “Tişta ku dikeve li ser me wek gelê penaber, wek gelê Kurdistanî pêwîst e soz û armanca ku we danî pêşiya xwe û hûn bi wê gihiştî merteba şehadetê, em jî wê sozê didin ku em ê wê ala we bilind bikin. Em vê qirêjiya ku li beranberî Rêbertiya me, şoreş, tevger û paradigmaya me hate destpêkirin li bin bixin û em ê bi serketinê tacîdar bikin.”   Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.