Şêniyên Kobanê li dijî komployê daketin qadan 2022-10-09 13:33:19   KOBANÊ/DÊRIKÊ -Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şêniyên Kobanê û Dêrika Hemko meş li dar xistin.    Li dijî komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de pêk hat şêniyên Kobanê ya Herêma Firatê daketin qadan û komplo şermezar kirin. Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê di salvegera 24'emîn a Komploya Navneteweyî ya di 9'ê Cotmehê de şermezar kirin. Di meşê di wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk û pankartên bi nivîsa "Jin jiyana azadî", "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" hatibûn hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî meşê bûn. Meşê ji Qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû û rawestiya. Ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hate girtin, pişt re li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axaftin kir.   'Em ê heya kêliya dawiyê li ser piyan bin û vê komployê bişkînin'   Mihemed Şahîn di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî şermezar kir û got:"Em weke Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, her wiha wek pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em hemû dizanin weke vê dîrokê jî Girê Spî ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Ji ber vê jî dewleta tirk bi hemû rê û rêbazên xwe dixwaze planên qirêj li ser gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide meşandin. Lê em tu carî vê yekê qebûl nakin em li ser proje û felsefeya Rêber Apo dimeşin. Em ê heya kêliya dawiyê li ser piyan bin û komloyê bişkînin, em xwedî 11 hezar cangoriyên azadiyê ne ji ber vê kes nikare vîn û hêza me lawaz û binpê bike."   Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû.   Li Dêrika Hemkom meşa girseyî     Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daket qadan û komplo şermezar kirin.   Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Li bajar û navçeyên navborî esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Meş, li Qada Azadî dest pê kir û di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rêbertiyê", "Bimre faşîst Erdogan” û “Bimre komploya navneteweyî” berz kirin. Di meşê de her wiha wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin.    Piştî meşê jî Endamê Meclisa Herêma Cizîrê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Seîd Sîpan axivî û da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê, dê têkoşîna xwe bidomînin. Sîpan, bi domdarî wiha got: “Em, komployê bi tundî şermezar dikin. Komplo, di şexsê Abdullah Ocalan de ku rewşenbîr û fîlozofê neteweya demokratîk e, li dijî hemû gelên herêmê hat kirin.”