Jinan li Sydneyê ji bo Jîna bang kirin: Jin jiyan azadî 2022-10-09 11:38:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, bi armanca piştgiriya bi berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de jinan bang kirin û gotin 'Jin jiyan azadî'.   Bi pêşengiya Koordînasyona Piştevaniya bi Jîna Emînî re û Komîsyona Ciwanan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê (NCDK) roja Şemiyê bi piştgiriya gelek rêxistinên femînîst û partiyên siyasî çalakiyek hat lidarxistin.   Çalakî li qada Town Hallê pêk hat û stranên berxwedana Îranê hatin gotin. Nûnerên Komîteya Piştevaniyê û gelek hilbijartiyan peyam dan.   Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin, ji Partiya Keskan Senatorê Federal David Shoebridge di şexsê Jîna Emînî de şehîdên şoreşa jinê bi bîr anî.   Shoebridge got, "Jina Kurd Jîna Emînî bû sembola şoreşa jinê ya Îranê" û bang li Serokwezîrê Awûstralyayê Anthony Albanese kir ku dawî li "bêdengiyê" bîne û zext û zordariya li Îranê şermezar bike.   Shoebridge destnîşan kir ku ji bo dawî li zexta li Îranê bê anîn divê piştevaniya navneteweyî bê mezinkirin.   Bi navê Komîteya Amadekar Brûsk Aeiveri û Berhdevê Komîsyona Ciwanan Baran Pazarcik axivîn û diyar kir ku wê ji bo afirandina Îraneke demokratîk û azad mil bi mil têkoşînê xurtir bikin.   Berdevka Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Awûstralyayê Veronica Koman jî işaret bi nasnameya Kurd a Jîna Emînî kir û anî ziman ku nasnameya Kurd tê înkarkirin û li bajarên Kurdan êrîşeke giran tê kirin.   Koman bang li hikumeta Awûstralyayê û hêzên serwer ên navneteweyî kir ku zextê li Îranê bikin.   Ji Partiya Karker a Meclîsa Şaredariya Liverpoolê Charisma Kaliyan jî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" dest bi axaftina xwe kir û got, "Di şexsê Jîna Emînî de şoreşa jinên Îranî watedar e û divê cîhan tev xwedî li vê şoreşê derkeve."   Bi hezaran kesên ku di bin baranê li hev kom bûn, ber bi qada Circula Quay ve meşiyan. Di meşê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn û işaret bi dostaniya gelan hate kirin.