25’emîn salvegera komployê: Daxwaz azadiye 2022-10-09 09:04:07   Gulşen Koçuk   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya 24 salan bi sekn û berxwedana xwe, gelan jî bi serokatiya xwe li dijî komployê ‘meşiyan azadiyê’ û komplo vala derdixin.   Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî re 24 sal derbas bûn. Bi pêşengiya Dewletên Yekûyî yên Amerîkayê (DYA), ku serkêşiya komployê NATO’yê kir û ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn wek xeleka ewil derbasî qeydan bû.Pêvajoya komployê çawa dest pê kir û çawa bi encam bû.   Komplo bi zexta li ser serokdewletê Sûriyeyê yê demê Hafiz Esad re bi awayekî fîlî ket dewrê. Fermandarê Hêzên Bejayî yê demî Atîlla Ateş di 16’ê îlona 1998’an de yekîneyên leşkerî yên sînorê Sûriyeyê derxist kontrolê û  Sûriye ji ser Abdullah Ocalan bi gotinên ‘sebra me derbas nekin’ tehdît kir. serokomarê demê Suleyman Demîrel jî tehdîdên bi vî rengî kiribûn.   Çûyîna Îtalyayê   Abdullah Ocalan di encama zextên hêzên navnetewî de di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û çû Yewnanîstanê. Lê Yewnanîstanê ev qebûl nekir. Abdullah Ocalan li ser vê bi vexwendiya Duma ya baskê ku parlamanetoya Rûs bû di 10’ê cotmehê de çû Moskovê. Lîderê KK’ê ji aliyê cigirê serokê berê yê meclîsa Duma  Vladîmîr Jîrînovskî ve hat pêşwazîkirin. Tevî ku serlêdana îltîca siyasî kir jî maf nedanê.  Abdullah Ocalan di 12’ê Mijdarê de berê xwe da Îtalyayê.   8 rojan têkiliya wî bi cîhanê re hat qûtkirin   Abdullah Ocalan di encama zextan de li wir jî nema 66 roj şûnde  bi balafireke ku ji aliyê serokatiya îtalyayê ve hatiye tahsîskirin di 16’ê Çileya 1999’an de şandin Rûsyayê. Abdullah Ocalan di 20’ê Çile de bi balafireke kargoyê revandin paytext Bîşkek a Kirgizîstanê. 8 rojan li gundekî hat sekinandin  û 29'ê Çile de birin Atînayê. Li wir Îstîxbariyan Haralambos Stavrakakîs û Savvas Kalenderîdîs Ocalan tehdîd kirin.   Ji balafirê peya nebû   Li gorî biryara hat girtin Abdullah Ocalan  wê ewil bibirana  Mînske û ji wir jî bibirana Hollandayê. Lê li balafirgeha Mînsk 7 saetan hat rawestandin û balafira wê bibirana Hollandayê nehat. Hewldan ji balafira Yewnan derxin lê Abdullah Ocalan red kir û heman şevê saet dora 04.00’an birin Atînayê. Abdullah Ocalan bi lez û bez birin Grava Korfu ya baragehên leşkerî yên Amerîka û Îngîlîz lêbûn. Daxwazên Ocalan yên ku wî bibin herêmê ûan jî li Sirbîstanê hatin redkirin.   Revandin Kenyayê   Şeva 1’ê Sibatê Savvas Kalenderîdîs çû cem Ocalan û peyama hemû welatan bi gotina ‘Em bi ser ketin, ez bi Pangalos re axivîm ji we leborînê dixwaze’ ragîhand.  Behsa Kenyayê nakin û bi balafirê ji Swîsreyê revandibûn kenyayê.   Balafir çû Naîrobî   Balafira veşarî ya ji aliyê NATO û CIA ve hatibû amadekirin di 2’ê Sibata 1999’an de daket balafirgeha Naîrobî û sefîrê Kenyayê George Kostoulas Ocalan pêşwazî kir.    Piştî vê ji bo Ocalan teslîmê Tirkiyeyê bê kirin amadekarî hatin kirin. Di çarçoveya plana îmha û revandinê de;  musteşarê wezîrê karê derve yê Yewnanîstanê Theodoros Pangalos, Vasîlîs Papaîoannou di 13’ê Sibatê de ji bo Abdullah Ocalan bi zor ji seferatxaneyê bê derxistin li Sefîrê Mezin Geogre Kostoulas geriya û talîmat da. Ev plan bi hewldana Ocalan vala derket. Lê Atînayê vê carê operasyonek taybet ya ji 4 kesî pêk dihat amade kir û şand seferatxaneyê.    Şeva 15’ê Sibatê   Şeva 14’ê Sibatê bi 15’ê Sibatê ve girê dida hêmayên rast yên li ser balafira ku wê Abdullah Ocalan bibira hat paqijkirin û li şûnê ala Malezyayê û hêmayên din pêve danîn. 15’ê Sibatê de Sefîrê Yewnan George Kostoulas hat avahiya sefaretxaneyê û çû cem Sekreterê Daîmî yê wezareta karê derve Kathourîma. Şefê îstîxbara Kenyayê Noan Arap Ta bi George Kostoulas re hevdîtinek veşarî kir û piştre bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan got bêyî ewlehiya hikûmetê wê ji vir derkeve.  Noan dibêje tu ji vir dernekevî wê ji bo we nebaş be, em li welatê xwe naxwazin xwîn birêje.  Sefîr George Kostoulas û îstîxbarata Savvas Kalenderîdîs ketin dewrê. Savvas li navê hikûmeta Yewnan soza garandiyê da û ji ber vê Abdullah Ocalan ji sefaretxaneyê derket.   Anîn Tirkiyeyê   Polîsên Kenyayê Abdullah Ocalan bi zor li wesayîtê kiri.  Ocalan ji mala sefîr hat revandn û  birin Tirkiyeyê.  Serokwezîrê demî yê Bulent Ecevît di 16’ê Sibatê de ji rayagiştî re ragîhand. Pêvajoya komployê li Îmraliyê jî berdeam kir. Lê Abdullah Ocalan bi sekn û paradîgma daniye holê pêvajoya komployê vala derxist. Fikrên wî li hemû cîhanê belav bûn. Ji ber vê tecrîdek giran li ser tê meşandin û 18 mehe tu agahî jê nae girtin. Ne parêzer ne malbat nikarin hevdîtinê bikin.   Di meha îlonê de parêzerên buroya hiqûqê ya Asrin derbarê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din de di meha îlonê de serî li CTP dan.  Her wiha ji bo şikandina tecrîdê gelek serlêdan û hewldan hatin kirin. Hiqûqnasên Tirkiye û Kurdistanê hewldanên navneteweyî jî pêk anîn. 775 parêzerî serî li wezareta dadê dan lê serlêdan bê bersiv ma. Hema serlêdan di meha îlonê de di asta navneteweyî de jî pêk hat. Ji 22 welatî 350 parêzerî jib o hevdîtina Îmraliyê serî li wezareta dadê dan. der barê serlêdanê de li Brukselê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.    Ji 30 welatî nêzî 2 hezar parêzer ji bo şikandina tecrîdê wê îro bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li gelek bajarî meşê pêk bînin. Bi şîara ‘em dimeşin azadiyê’ li dijî tecrîdê deng bê bilindkirin.