Ligel astengiya polîsan jî 'Nobeta Edaletê' li Stenbolê pêk hat 2022-10-08 16:53:24   STENBOL - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li Stenbolê di nav dorpêça polîsan de pêk hat û malbatan carek din banga pêkanîna edaletê kirin.    Ji bo bal kişandina binpêkirina mafên girtiyan, serbestberdana girtiyên nexweş û betalkirina înfaza girtiyan malbatên girtiyan li Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Çalakî 28 hefte ye didome. Malbatan li ber Bîrdariya Erdhejê ya navçeya Avcilarê kom bûn. Xwişka Selîm Çîftçi ê ku li Girtîgeha Umraniyeyê girtiye Cemîle Çîftçî, Gulsum Oztur a xizmên wê di girtîgehê de ye, Dayika Aştiyê ya ku 2 keçên wê girtî ne Zehnep Calihan tevlî çalakiyê bûn. ParlamenteraPartiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz û endamê Meclîsa Partiya HDP'ê Murat Kaymaz jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya malbatan bû.    Beriya nobetê polîsan cihê çalakiyê dorpêç kir. Ligel dorpêçe ji malbatan Zeynep Calihan axivî û got: "Em naxwazin zarokên me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Em ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Em ji bo her kesî edalet dixwazin. Wekî din em tiştek din naxwazin."   Piştre Cemîle Çîftçî axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha bi lêv kir: "Em dixwazin girtiyên nexweş di serî de hemû girtî serbest bên berdan. Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Em tenê edalet û edaletê dixwazin."    Piştî daxuyaniya malbabatan polîsan carek din dora dayikan dorpêç kir û xwest çûyîna dayikan asteng bike. Parlamenter Dîlşad Canbaz bertek nîşanî astengiya polîsan da.    Polîsan dayikên ku dorpêçkirî bi lêdanê binçav kir. Cemîle Çîftçî, Gulsum Ozturk û Zeynep Calihan hatin binçavkirin. Her wiha nehat zanîn ku dayik birine li ku.    Her wiha polîsan nehişt rojnameger jî dîmen bigire û nûçe çêke. Her wiha nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak jî lêdan xwar.