Ji Mêrdînê bangewaziya ‘Li dijî komployê em ê bimeşin’ 2022-10-08 16:36:46   MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Berîvan Bahçecî têkildarê meşa li dijî komployê wê li Qoserê were darxistinê bangewazî kir û got: “Werin em li dijî komplo û tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Li dijî komploya navnetewî 9’ê Cotmehê de, di serî de bajarên Amed, Mêrdîn, Wan, Riha û gelek bajarên Tirkiyê jî wê çalakî werin li darxisitin. Li Mêrdînê jî ji bo balkişandina ser tecrîd û binpêkirinên mafên girtiyan wê di 9’ê Cotmehê de ango sibê li navçeya Qoserê meş bê lidarxisti. Tê hêvî kirin ku Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlementerên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar û Huseyîn Kaçmaz beşdarî çalekiyê bibin.   Hevseroka bajarê Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berîvan Bahçecî bangewazî kir.   ‘Koplo berdewam e’   Berîvan bi şermezarkirina komloya navnetewî re dest bi axaftinê kir û got: “Bi komloyê re xwestin têkoşîna Gele Kurd birûxînin. Bi salane birêz Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi tecrîda giran dîl hatiye girtin. Herwiha ev tecrîd bandora xwe li ser hemû gelan dike. Bi taybetî jî ev şêweyên îşkenceyê li girtîgehan çawabelavbûye em dibin şahid. Bi sedan girtiyên nexweş di şert û mercên giran de rûxmê pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê têne girtinê. Ev ji rêbazek ya tecrîdê ye.”   ‘Bandora tecrîdê mezin dibe’   Berîvan wiha berdewamkir: “Ev tecrîd li dijî hemû girtiyan e, li dijî civakê û li dijî jinan tê meşandin. Bi vê ve girêdayî qeyranên civakî, aborî û jinan rû didin. Her roj qirkirinên jinan pêktên. Weke mafê me yê herî rewa em jin li dijî van polîtîkayan dadikevin kolanan. Lê belê ji aliyê hêzên dewletê ve ev ji tê astengkirin. Sûc dikin û nerazîbûnê ji qebûl nakin. Ev rêbaza tecrîdê bi hemû şêweyên xwe li her deverê didin hîskirin. Her ku diçe jî dixwazin berfirehtir bikin. Şikandina tecrîdê wê bê guman bi têkoşîn û rêxistinbûyîna me re pêk were. Em jin di wê baweriyê de ne ku em ê bibin pêşengê vê têkoşînê. Em ê serhildana xwe mezin bikin.   ‘Werin em têkoşîna xwe mezin bikin’   Berîvan bangewazî kir û got: “Li dijî komplo, tecrîd û polîtîkayên bi wê ve girêdayî em ê li qadan bin. Em ê weke rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî sibê saet 13.00'an de li navçeya Qoserê, li gel parka Mehmet Sîncar kom bibin. Em banga tevlîbûnê dikin û û dibêjin bên em têkoşîna xwe mezin bikin."