226 rewşenbîr û kesayet li dijî êrişên Tirkiye û Îranê bang kirin 2022-10-08 15:03:30   NAVENDA NÛÇEYAN - 226 çalakvan, rewşenbîr û kesayetên Herêma Kurdistanê dijî êrişên dewleta Tirk û Îran ên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniye dan û gotin: "Em bang li hemû rayedarên Hikumeta Iraq û Herêmê dikin ku rê nedin êrişên dewleta Tirk û Îranê."   Êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin. Tevî rojane êriş pêktên, hikumeta Iraq û Herêmê bêdengiyaxwe diparêzin. Nerazîbûna dijî êrişan roj bi roj berfireh dibe. 226 rewşenbîr, çalakvan û kesayetên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê dijî êrişên dewleta Tirk û Îran yên li ser Herêma Kurdistanê bang kirin.   Daxuyanî wiha ye:   “Bi rojana Herêma Kurdistanê bi hêcetên cûda ji aliyê Îranê ve tê topbaran kirin, di encama bombebaranê de gelek cihên sivîlan bûn hedef, di heman demê de tirsek mezin ketiye dilê xelkê sivîl. Zererek mezin li welatiyan bûye û li herêmên ser sînor xelk ji gundê xwe bûne û malên xwe valekirine. Li rexa bombebarana Îranê ku tê de çekên giran û balafiran bikartîne, dewleta Tirk jî bi salane sînor derbaz dike. Binpêkirinên van her du dewletan dijî hemû prensîbên yasayî yên navnetewî, guh nedana berjewendiyan, serweriya xak, xelk, dewleta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.   Ev dewlet dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî, li ser hesabnekirina serweriya xaka Iraq, jiyan û selematiya welatiyên Iraq û herêmê, derxin dervey sînorên xwe. Divê pirsgirêkên her du welatan di nava wan welatan bi xwe de were çareserkirin, bila ne rewşa Iraq û herêmê bi lewazî bigrin û ji bo van binpêkirinan ji bo xwe weke derfetek bibînin.   Em bang li Neteweyên Yekbûyî, konsolosên welatên Ewrupa û Emerîkayê dikin, ji bo rê li van metirsiyan bigrin, bi rola xwe rabin. Bi awayek cidî vê metirsiya ku rojane xelkê herêmê tê terorkirin, rojane balafir li ser asmanê herêmê ji bo sîxurtiyê bikartînin, bibînin.   Em bang li serokkomarê Iraqê, serokwezîrên Herêm û Iraqê, serokên parlamentoya Iraq û Herêmê dikîn, demek zûde helwesta xwe ya dijî van binpêkirin û metirsiyan bînin ziman. Ji bo ku ev binpêkirinên dewleta Tirk û Îranê werin rawestandin, dengê xwe bilind bikin.”