Kongra Star: Bi ronahiya 'Jin jiyan azadî' em ê tecrîdê têk bibin 2022-10-08 14:48:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Em ê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê bi ronahiya ‘Jin jiyan azadî’ û bi şoreşa jinan, têk bibin.”   Kongra Star bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "24 sal di ser Komploya 9’ê Cotmehê re derbas dibe. Ev komplo ku di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de tevahî civak û vîna azad a jinan û gelê azadîxwaz kir hedef û hevkarên komployê  Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Yewnanistan û hin hêzên herêmî ji bo têkbirina tevgera azadiyê ku bûye hêviya hemû gelên bindest, pêk anî. Ji bo têkbrina vîna jina azad ku bi fikir û felsefeya rêber Apo têkoşîna xwe li beramberî sîstema koledarî, zayendperestî û deshilatdariyê roj bi roj mezin û berfireh dike.   Her wiha êrişa dagirkeriya dewleta Tirk ku li Serêkaniyê, Girê sipî û tevahî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9'ê Cotmeha 2019’an de hate kirin, berdewama Komploya 9'ê Cotmehê ya 1998’an e.   Tecrîda girankirî ku li ser rêber Apo tê kirin û hemû pîvanên navneteweyî û hemû maf û hiqûqên bingehîn yên rêxistinên mafên mirovan binpê dike, li beramberî wê bêdengiya heyî ji civaka navneteweyî rastiya vê siyaseta qirêjî û qirker derdixe holê.   Berxwedana gelê me û têkoşîna jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûye hêviya hemû gelên bindest û dê dewam bike.”   Em Komploya Navneteweyî û hemû komplogeran û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Bi ruhê Jiyanan, Zîlanan, Hevrînan, Zehrayan, Zeyneban û yadê Eqîda, Jîna Emînî û  Nagîhanan, em ê tekoşîn û pêla şoreşa jinan bilind bikin.   Em bang li hemû gelê xwe û azadîxwazan, tevahî rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku dakevin qadan û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo asta têkoşînê bilind bikin û Komploya 9’ê Cotmehê têk bibin û em ê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê bi ronahiya ‘Jin jiyan azadî’ û bi şoreşa jinan, dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk û xiyanetkaran têk bibin.”