Xizmên Windayan li aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn 2022-10-08 14:00:55   AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, vê heftê li aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 713'yan a çalakiya xwe ya "Bila winda bên  dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Xizmên windayan û rêvebirên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên winda hatin hildan.     Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah, destnîşan kir ku komkujiyên ku di salên 90’î de pêk hatine nayên lêkolînkirin û diyar kir ku dozên ku kiryarên wan diyarin ji ber polîtîkayên heyî nayên cezakirin.    Piştre çîroka Nazim Gulmez ê ku  li gundê Taşitli ya navçeya Hozatli ya Dêrsimê hat windakirin, ji aliyê endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin.   28 sal in winda ye   Jiyan, anî ziman ku Nazim li gund bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikir û wiha domand: “Di 13’yê cotmeha 1994’an de leşkerên Tugaya Komandoya Bolûyê ya li herêma Alî Bogazi di encama operasyonê gundê Taşitliyê dopêç dikin. Keyayê gund û gundiyek ji aliyê leşkeran ve tên binçavkirin. Gundî di saetên êvarê de serbest tên berdan. Piştî vê serdegirtinê du roj şûnde, di 15’ê cotmeha 1994’an de heman leşker dîsa bi ser gund de digirin, di nav gund de lêgerînê dikin û piştre agir berdidin xaniyan. Leşkeran ji bo rê nîşanî wan bidin bi ser mala Nazim Guler de digirin. Nazim bi zorê li ber çavên keyayên gund û gundiyan tê birin. Malbata wî ji wê rojê şûnde tu agahî jê nagirin. Hevjîna Nazim Garîp Gulmez piştî mehekî aqûbeta wî dipirse lê jê re dibêjin ‘Me ew piştî demekî serbest berdaye û em jî niha wî digerin'.   Garîp vê carî jî serî li Dozgeriya Hozatê dide. Dozger biryara bêpeywirdariyê dide. Li ser vê yekê malbat vê carê jî serî li Dozgeriya Leşkerî ya Elezîzê dide. Dozgeriya Leşkerî ya Elezîzê jî dosya ji Dozgeriya DGM’ê ya Meletî re dişîne. Dozgeriya Meletî carekdin dosya dişîne Dozgeriya Hozatê. Malbata Gulmez di hiqûqa navxweyî de tu encamê nagire. Parêzerên dozê di 26’ê adara 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) dide. DMME’ê bi hinceta ku li gorî dema 6 mehan tevnegeriyane dosya qebûl nekir."    Piştî xwendina çîroka Nazim çalakiya rûniştinê pêk hat.