'Em ê ji bo azadiya afrînerê dirûşmeya Jin jiyan azadî têkoşînê mezin bikin' 2022-10-08 12:26:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihand ku wê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’  têkoşînê kûrtir bikin.   Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan daxuyaniyek da.   Daxuyanî wiha ye:   “9’ê Cotmehê, salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji berî 24 salan dagirkerên Kurdistanê bi pêşengî û destê gladîoya NATO’yê, planek danîn ku hemû hîmên exlaqî, mirovî, siyasî û yasayî binpêkirin. Komployê di 9’ê Cotmeha 1999’an de destpê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo re gihandin encamê.   Gladîoya NATO’yê û dagirkerên Kurdistanê û hêzên kevneperest ji bo armancên xwe tevlî vê komployê bûn û dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ku nûnertiya îradeya gelên azad dike, kirin. Tişta ku komplogeran jê fam nekirine û fam nakin, rastiya hêz û enerjiya vê tevgerê ye ku çavkaniya wê gel e. Herwiha wan hesabê wan ên li ser  îradeya vê tevgerê têk çûn. Lewma tûşî şaşiyek mezin bûn. Her di roja yekem a dîlgirtina Rêber Apo de, ji bo wan derkete holê ku şaşiyek mezin kirine. Xwedîderketina bêhempa a gelê me ya li her çar parçeyên Kurdistanê û her wiha gelên azadîxwaz ên cîhanê ya li Rêber Apo tevahiya xewn û xeyalên wan pûç kirin.   Îsal di dema ku em vê komployê şermezar dikin ku piştî girtina Rêber Apo ya li Gireva Îmraliyê, dengê wî, fikir û ramanên wî hemû sînor derbas kirine û bûye xala komkirina azadîxwazên cîhanê. Xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re, pêşiya fikir û ramanên wî bigirin, lê netenê nekarîn, belku niha îdeolojî û paradigmaya wî, li her cihî belav bûye û li niha hemû kolanê cîhanê li dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tîje bûye. Niha piştî 23 salan ne tenê Îmralî û hemû sîstema êşkenceyê nekariye Rêbertiyê îzole bike. Belku niha dengê wî ji yê her kesê bilindtire. Hemû astengiyan nekariye pêşiya pêla berfirehbûna fikir û ramana Rêber Apo bigire. Niha êdî modernîteya kapîtalîst, gladîoya NATO’yê, dagirkerên Kurdistanê û hemû hêzên kevneperst li hemberî hêza Rêber Apo bê çare mane.   Niha êdî nabe qala azadiya jin, rêzgirtin û parastina jîngehê, azadiya gelan, mirovê azad, demokrasî û wekheviyê neyê kirin û Ocalan neyê xwendin. Niha ew bûye manifestoya azadiyê.   Piştî 24 salên destpêkirina vê komploya, pêwîste em hemû erka xwe ya exlaqî, mirovî, azadîxwazî ya xwe bi cih bînin. Dema wê ye ku jin û gelên azadîxwaz, alîgirên demokrasiyê û mafên mirovan, têkoşîna xwe bilindtir bikin û êdî vê zilmê qebûl nekin. Dîlgirtina Rêber Apo, dîlgirtina wan nirxên ku tevahiya temenê xwe ji bo pêşkêş kiriye. Dîlgirtina Rêber Apo bêrêziya li hemberî nirxên mirovahiyê ye.    Lewma em weke Komîteya Azadiya Ocalan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwazê ji tevahiya azadîxwaz û bi taybet tevahiya jinan dikin ku li hemû çalakî, civîn û semînerên xwe de, li gel dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin."