'Komkujiya Gara Enqerê komkujiyeke polîtîk e' 2022-10-08 09:13:36   ENQERE - Di ser komujiya Gara Enqereyê ya di 10’ê cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat û 103 kesî jiyana xwe ji dest da, 7 sal derbas bû. Parêzer Îlke Işik, anî ziman ku ji bo komkujî ronî nebe hewldanek mezin hatiye nîşandan û ev komkujiyek polîtîk e.    Li Gara Enqereyê du endamên DAIŞ’ê yên bombeyên zindî di 10’ê cotmeha 2015’an de êrişa bombeyêk anîn û di ser komkujiyê de 7 sal debas bû. Di nav de DÎSK, KESK, Yekitiya Tabîbên Tirk, TMOBB û HDP jî hebû bi banga gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî wê li ber Gara Trînê ya Enqereyê  Meşa Aştî, Demokrasî û kedê pêk bihata. Di êrîşa ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat bi giştî 103 kes hatin qetilkirin.   Tevî 7 sal derbas bû, derbarê hêzên ewlehiyê yên desthilatdariyê ku tevî gelek îxbar çibûn jî yek lêpirsîn nehat vekirin û tenê malbatan li ber kursiyên vala yên gumanbarên fîrarî têkoşîn meşandin. Yek ji parêzera Doza Komujiya 10’ê cotmehê Îlke Işik pêvajoya dozê nirxand.   'Hûn kaosê dixwazin, a ji we re kaos’   Îlkeyê da zanîn ku di hemû dozên ku dewlet têde tê nîqaşkirin çi hatibe jiyîn di doza 10’ê cotmehê de jî hatiye jiyîn û got: “Di hezîran û mijdara 2015’an de çi li Tirkiyeyê hat jiyîn hîna tê nîqaşkirin. Her kes hîna vê pirsê dipirse. Ji ber hilbijartin hebû û digotin gelo wê tiştên wisa bên jiyîn. Dibêjin gelo wê Davutoglu tiştên hatine jiyîn wê bêje. Em behsa rojek wisa krîtîk dikin. 10’ê cotmehê desthilatdariya siyasîya AKP’ê ji nûve tesîs kir. Em van gotinan jibîr nakin ‘Hûn kaosê dixwazin, a ji we re kaos’.”   Pêvajoya darazê   Îlkeyê balkişand ser pêvajoya darazê ya û wiha vegot: “8 mehan biryara veşariyê li pişt deriyê girtî lêpisîn hebû. Piştre doz vekirin û îdianameyek bi xof amade kirin, tu tiştî rastî nîşan nedida, heta delîl hatin veşartin, dozger delîl veşart û sûc kir. 7 sale em ji dozger tiştên divê pêk bên dixwazin. Em hîna behsa kêmasiyan dikin. Hîna em dibêjin divê delîl bên.”   Du sal û nîvan de doz qedandin   Îlkeyê, destnîşan kir ku xwestin bi lez dosyayê encam bikin, dadgehê du sal û nîvan de biryar da û axaftin wiha domand: “ Doz di mijara 2016’an de destpê kir û di tebaxa  2018’an de qedya. Ji bo gumanbarên girtî doz qedandin.  Dozyayek mezin a ceza xwestin du salan de biqedînin. 103 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Gumanbarên fîrarî nayên dîtin. Ji bo vê tiştek nayê kirin. Ev du sale em hewl didin.”   ‘Dest nadin peywirdarên cemawerî’   Îlkeyê her wiha daxuyakirin ku tu car dest nedane peywirdarên cemawerî jî û wiha bi lêv kir: “Di vê dosyayê de gotin ew ji bilî DAIŞ’ê li kesî nênrin. Gotin ew  peywira  yek pewyirdarekî cemawerî nîqaş nakin. Lê komkujiyek mezin hat jiyîn. DAIŞ’î bi rehetî ketin nav hezaran kesî , hêzên çewîk bi gazê êrişê gel kirin û pêşî li ekîbên tenduristiyê hat girtin. Derbarê vê de yek lêpisînek nehat vekirin der barê yek polîsekî de lêpisînek tiştek nehat vekirin. Ev 7 sale ev tên jiyîn. Tu tiştek nehat kirin. Ew çiqas berxwe bidin jî belgeyên pir balkêş hatin dosyayê. Êrişên hezîrana 2015’an û mijdarê jî ji aliyê heman kesan ve hatin rêverkirin. Bombeyên zindî jî ji sînoran derbas bûn. Bi plankirî tên Enqereyê. Kes wan nade sekinandin. Kes pêşî li wan nagire. Tevî evqas îstîxbarat hene Emniyet Enqereyê mufetîşên xwe dijmêre û dibêje 62 îstîxbarat. Ji Emniyeta Enqereyê dipirsin dibêjin ‘we çima tedbîr negirt’ lê tu bersiv ji wan tune. Ez dipirsin gelo yek hucreyek dikare vê komkujiya mezin rêxistin bike.”   Îlkeyê her wiha anî ziman ku ji bo komkujî ronî nebe hewldanek mezin hatiye nîşandan û got ev komkujiyek polîtîke û hema wisa serê wê nikare bê girtin. îlkeyê da zanîn ku ger komkujiya Gara Trînê ya Enqereyê neyê ronî kirin wê her tim biçin wê demê.