'Rejîma Jîna kuşt, li ser esasê nîjadperestiyê ava bûye' 2022-10-08 09:05:46   Medya Uren    NAVENDA NUÇEYAN - Endama Koordînasyona Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî Besî Şamarî têkildarî kiryarên Rejîma Îranê û qetilkirina Jîna Mahsa Amînî de wiha got: "Rejîma Îranê ya Jîna kuşt, li ser hişmendiya nîjadperest û zayendperest xwe ava kir. Lê li dijî vê yekê, dirûşma jinan a 'Jin jiyan azadî' li hemû cîhanê belav bû."   Di 13'ê Îlonê de li Tehrana Îranê "polîsên exlaqê" bi hinceta laçika xwe baş nedaye serê xwe îşkence li jina kurd Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî kirin û ew kirin bin çavkirin. Jînaya ji ber îşkenceyê ket komayê û rakirin nexweşxaneyê û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Li ser qetilkirina Jîna Rojhilatê Kurdistan û Îran rabû serhildanê. Çalakiyên li Rojhilat dest pê kirin li 24 bajaran belav bû. Li 13 bajaran jî çalakiyên girseyî berdewam dikin. Di van çalakiyan de gelek welatî ji aliyê polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin.    Endama Koordînasyona Platforma Jinan a Demokratîk a Navneteweyî Besî Şamarî têkildarê qetilkirina Jîna Amînî bi ajansa me re axivî.   ‘Rejîma Jîna kuşt, li ser esasê nîjadperestiyê ava bûye’   Besî got ji bo bersivek rast divê bi kurtî behsa dîroka têkoşîna neteweya Kurd bê kirin û wiha qala vê dîrokê kir: “Di dema rejîma Îranê ya niha ketiye ser hikum de partiyên Kurd li Kurdistanê hewldanên mezin dan. Ji bo şiyarkirina gel jî bi heman rengî xwepêşandanek bi nirx pêk hat. Ev rejimek dijminê neteweyên din bû. Li ser esasê nîjadperest û zayendperestiyê xwe dabû avakirin. Lê belê ev rêxistinbûyîna partiyên kurd bi piştgiriya gel berdewam kir. Berxwedana xwe domandin. Cardin li gelek bajarên weke Sanadaj û Merîwanê komeleyên ked, çandinî, xwendekaran û jinan hatin avakirin. Meclîsên herêmî bi beşdariya hemû gelan hatin avakirin û hemû karên bajaran di destê gel de bû. Dema ku hikûmeta demkî pirsa Komara Îslamî xist referandûmê, derfeta dengdanê ji xelkê re hat dayîn ku di navbera du bijaran de, erê yan na, dengê xwe bidin, û ev na-ya yekem a ji hikûmetê re bû sedema sereke ya dijbertiya hikûmeta desthilatdar a li hemberî gelê Kurd.”   ‘Li ser herêma kurdan polîtîkayek taybet heye’   Besî bi van gotinan nirxandina xwe da berdewam kir: “Di Kurdistanê de bi sedema xebat û çalakiyên partiyên çep û pêşverû, hişyariya siyasî ya xelkê di demek herî kurt de pêş xist. Bi vê sekna ava bûye re teslîmiyeta rejîmê lê digeriya, hate redkirin. Piştre bi taybetî jin hatin çekdarkirin û tevlî nava refên têkoşîna çekdarî bûn. Helbet ev seknek mezin ku di Rojhilata Navîn de jî bêhempa bû. Sedemên siyasî yên sereke û girîng ên reftarên hikûmetê bi neteweya Kurd re ev bûn. Helbet tepeseriya neteweyî û olî jî bû sedema vê kiryar û reaksiyonan li herêmê ku îro hatiye vê astê. Dibe ku ji ber van sedeman jî rejîmê li gel êrişên xwe êrişek taybet jî da meşandin. Bi armanca paşdexistina vî gelî û mihtaçkirina xwe bi taybetî di aliyê aborî de li gelê kurd xistin. Şert û mercên kar ên li herêmê dan rawestandin da ku bikaribe xizaniyê weke fersend bi kar bîne. Wê bi vî rengî bikaribe desthildatdariya xwe bide berdewamkirin. Siyaset ji wan dubendiyan in ku li Kurdistanê gelê Kurd rûbirûye. Lê tevî hemû pirsgirêkên aborî, ewlekarî û civakî, zextên hemû aliyan ji bo asîmîlekirina vî gelî, rejîmê nekariye teslîmiyetê bi wan bide pejirandin. Xelkê Hemwarê zêdetir ji 43 salan bi awayên curbicur bi rê ve dibin, dilxweşiya xwe nîşan dan û li ser biryara xwe ya siyasî ku bi rastî ne ji Komara Îslamî re bû, asê man.”   ‘Fikrê Abdullah Ocalan guherînên mezin ava kir’   Besî bal kişand ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Li ser kurdan nêzîkatiyek taybet heye. Lê belê ev nêzîkatiya nîjadperest ji nîjad, çand û olên cuda yên li Rojhilat dijîn re jî derbasdar e. Li gorî dîroka xebay û rûbirûbûna rejîmê, ev zext ji rojên destpêkê ve gelek dijwartir tê kirin. Lê mixabin piştî kêmbûna şerê çekdarî û damezrandina partiyên siyasî li herêma Beshûrê Kurdistanê cureyek bêhêvîbûna siyasî di nav xelkê de derket. Di heyama nêzîkî deh salan de, bandora hewldanên rejîmê yên ji bo bişaftinê hatin dîtin. Piştî girtina rêberê azadîxwaz ê cîhanê Birêz Abdullah Ocalan çalakvaniyek ku li derdora fikrê wî, bû xwedî hêzek siyasî ya bi hêz. Bi armancên taybet daket qadan û bû yek ji faktorên ku rejîmê nekarî bigihêje xirabiya xwe bike.”   ‘Jin weke erd hate dîtin’   Besî di berdewamiyê de bi awayek giştî qala pirsgirêka jinên Îranê dijîn kir û got: “Li Îranê bi tevahî jin pirsgirêkên girîng dijîn. Bingeha vê jî ji bêdadiyê dixuliqe. Nebûna mafên wekhev, yan jî piştgûhkirina mafên heyî jî bû rêvekirê karîgeriya zagonên nenivîsandî. Rejîm di bin navê olê de jin bi awayekî fermî kirîn û firotin jî. Jin weke erdek ji bo çandiniyê yan jî weke zayenda duyem sêyem hate hesibandin. Jinên kurd beramberî jinên Îranî du qat rastî zextên nîjadperest û zayendperest hatin. Cudakariya zayendî li Kurdistanê li gel zilma neteweyî û olî şert û mercên gelekî dijwar ji jinan re çêkiriye.”   ‘Qetlîamek sîstematîk heye’   Besî wiha axaftina xwe da berdewamkirin: “Yasaya hicabê ya mecbûrî ku yek ji rêbazên eşkere yên rejîmê bû, ji bo îsbatkirina mafê baviksalarî, ji bo xwedîderketina li bedena jinan, ji rojên destpêkê ve ji aliyê jinan ve rastî bertekan tê.  Lê mixabin ew Xwepêşandan negihiştin tu encamê.  Heta îro gelek têkoşîn hate dayîn. Rûbirûbûna vê stûna qanûnî, di warê siyaset û têkoşîna jinan de hate kirin û berdewam e. Qanûnek ku di destpêkê de ji bo kontrolkirina laş û cil û bergan bû. Niha bûye amrazek ji bo kuştinê. Mînaka vê dawiyê jî kuştina Jîna Emînî bû.  Li gorî rapora ku piştre ji aliyê nexweşxaneyê ve hat belavkirin, keça 22 salî Jîna ku ji bo serdana xizmên xwe çûbû Tehranê, rastî lêdaneke hovane hat û piştî du saetan ji desteserkirina wê termê wê yê bê can ji bo nexweşxaneya Kasariyê ya Tehranê hat veguhestin. Di dema hatina Jîna ya nexweşxaneyê de tu nîşanên wê yên jiyanî tune bûn û di komayê de bû û asta hişê wê ji du pileyî kêmtir bû, kuştina bi qest ji aliyê dewletê ve û sîstematîk bû. Jîna jî bû qurbaniyek din a tundîtûjiya hikûmetê, lê xweşbextane ku mirina wê bi bêdengiyê re hevdem nebû, belku bertekeke mezin a civakî bi taybet jinan bi xwe re anî. Bi rastî berteka gelê Kurd li hember vê kuştinê ewqas mezin û radîkal bû ku qêrîna edalet û edaletê ya malbat û xelkê wê ne tenê li Kurdistanê, lê li piraniya bajarên Îranê jî bû sedema nerazîbûnên mezin û heta niha jî didome.”   ‘Jîna tu nemirî’   Besî wiha qala çalekiyan kir: “Roja şemiyê termê bêcana Jîna bo bajarê wê Seqizê hat veguhestin.  Hikûmetê plan kiribû ku nîvê şevê û dûrî çavê xelkê, wê defin bikin. Da ku rê li ber xwepêşandanên gel bigire. Lê bi xweşbextane xelkê ku haya wan ji hewla rejîmê hebû. Berê xwe dan goristana bajêr û nehişt ku ev rêbaza dijmirovî were cîbicîkirin. Ev rejîma ku di van rêbazên xwe de hosta tev digere û ji salên şêstî heta niha ciwanên xelkê binax dike hate rawestandin. Ji kesên rizgarbûyî û malbatên wan re, ku mînakeke naskirî ye ji wan gundan û gundên ku bi hezaran ciwan di gorên komî de hatin îdamkirin û windakirin. Roja şemiyê gel bi vegotina şert û mercên ewlehiyê yên gelekî zehmet, Jîna bi merasîmeke bi heybet spartin axê û bi qîrîna dirûşma ‘jin jiyan azadî’ xatir ji wê xwestin. Lê li ser kevirê tirba wê nivîsîbûn, ‘Jîna, tu nemirî navê te dê bibe sembol’. Bi rastî jî li bajarên din jî bû sedema protestoyên kuçe û meydanan. Piraniya bajarên Kurdistanê ketine bin hukmê şerî de û xelk li her deverekê li pêşberî hêzên asayîşê rawestiyane û dirûşmên pir tundrew û li dijî rejîmê didin û di heman demê de dirûşma jina azadîxwaz berz dikin.”   ‘Komara Îslamî wê bi dawî bibe’   Besî bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Partiyên siyasî yên çalak roja duşemê greveke giştî ragihandin ku rastî pêşwaziyeke mezin hat û hevdem bajarên din ên mezin ên Îranê ji Tehranê heta Kîşê jî tevlî van xwepêşandanan bûn û heman dirûşma jinên azadîxwaz berz kirin. Mirina Jîna bû peyva sereke ji bo destpêkirina xwepêşandanên hevgirtî û yekgirtî. Di serdema desthilatdariya rejîma Îranê de gelek xwepêşandan hatin lidarxistin, ku her car rastî zextên tund hatin, ya dawî di Çileya 2018’an de bû, û piştî wê jî ji ber gelek qeyranan û rewşa aborî û buhabûnê ya gelekî bê tehemmul, derketibû holê. Gelek xwenîşandan li seranserê rêzan, ji teqawîdan bigire heta karker û rewşenbîran, gelek kes hebûn ku her roj bi awayekî çalak û medenî daxwaza dadmendiyê dikirin, lê kêm caran bû ku çend rêxistinên yekgirtî xwepêşandanek plan kiribûn, lê ji roja duşemê ve, Îran bûye şahid. Li piraniya bajaran, ji zanîngehan heta bazar, kolan û meydanên sereke yên bajaran, bi grûbeke hevbeş li piraniya bajaran, dirûşma jiyana azad a jinê distrên û daxwaza hilweşandina sîstemê dikin. Xwepêşandanên ku ger ji aliyê çîna karkeran ve bê piştgirîkirin û bi grevên neteweyî pêk bên, bêguman wê bibe tabûta Komara Îslamî.”