Li Wanê daxuyaniya 7'ê Cotmehê: Em ê mîrateya ji me re maye mezin bikin 2022-10-07 15:20:27     WAN - Bi munasebeta Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd daxuyanî hat dayin û di daxuyaniyê de hat gotin:" Em ê mîrateya ji me re maye mezin bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP'ê ya Wanê, Rêxistina DBP'ê ya Wanê di şexsê Rojnameger Nagîhan Akarsel de bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd li ber avahiya HDP'ê ya Artemêtê daxuyaniya çapemeniyê da.    Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Hêza pênûsa jinan wê dawiya faşîzmê bîne" hat hilgirtin.    Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, da zanîn ew zihniyeta Nagîhanê qetil kirina nas dikin kû got:"Em êrişa li dijî hevalên me hatine kirin şermezar dikin. Em dizanin ku zihniyeta li Silêmanî Nagîhan Akarsel qetil kir mîna zihniyeta li Îranê Jîna Mahsa Amînî qetil kiriye. Bijî têkoşîna jinê."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî","Şehîd namirin" û "Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan" bi çepik û lîrandinê bi dawî bû.