Li gel êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta berdewam kir 2022-10-07 13:31:28   RIHA - Malbata Şenyaşar li gel êrİşa polîsan jî çalakiya xwe ya "Nobeda Edaletê" li ber Edliya Rihayê berdewam kir.    Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe dewam dike.   "Nobeda Edaletê" di roja 578'an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dewam dike. Malbata Şenyaşar pankarta bi nivîsa "Edaleta ji bo malbata Şenyaşar edaleta ji bo her kesî ye" bi ser betonên li ber edliyeyê ve kir, lê belê polîsan astengî li ber malbatê derxist.    Polîsan ji bo malbatê ji ber avahiya edliyeyê bibin, bi bendên ji hesin dor li qada çalakiyê girtin. Ferît Şenyaşar li ser vê yekê hewl da pankartê bi benda ji hesin ve bike, lê hate astengkirin. Malbata Şenyaşar ji ber vê astengiyê vê carê pankart bi textê li pêşiya bend ve kir.   Her wiha hewl dan Ferît Şenyaşar bigirin, ji ber berxwedana Ferît Şenyaşar û parêzeran ev êrişa polîsan a ji bo girtinê hate astengkirin.   Polîsan her wiha nehişt ku xebatkarên çapemeniyê dîmenê çalakiyê bikişînin. Ferît Şenyaşar ku di encama êrişa polîsan ji destê xwe birîndar bû, ji aliyê kedkarên tenduristiyê ve li ser piyan li qadê hate dermankirin. Dayik û kur li gel astengî û dorpêça polîsan jî çalakiya xwe dewam dikin.