RAJIN: Wê heqîqet di tarîtiyê de nemîne 2022-10-07 13:04:30     NAVENDA NÛÇEYAN - RAJIN'ê ya Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd bi bîr anîn bal kişand ser têkoşîn û heqîqeta Gurbeteli Ersoz şopandiye û got:"Wê heqîqet di tarîtiyê de nemîne."   Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hate gotin, “Jinên têkoşer, ronakbîr û pêşengên şoreşa jinê, Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel li ser şopa heqîqetê bi felsefeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ dest bi meşa azadiyê kirin. Bi bawerî û hêviyeke mezin birdoziya azadiya jinê xistin meriyetê. Di dîroka azadiya jinê de ew bûn pêşeng, lêgerînvan û dilsozên mezinkirina şoreşa jinê.”   ‘Xeta Ragihandina Azad Bi Berdêlên Giran Hate Afirandin’   Daxuyaniyê wiha dewam kir:   “Em di şexsê şoreşger, rojnamevan û pêşenga xeta azadiya jinê Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Li ber heqîqet û keda wan bejna xwe ditewînin û soza domandina têkoşînê nû dikin. Roja rojnamevaniya jinên Kurd ku bi têkoşîna Gurbetan û Nagîhanan ava bû, li tevahî jinên Kurdistanê û jinên li ser şopa heqîqetê têkoşînê dimeşînin pîroz dikin. Em ê bi bawerî, zanebûn û îradeya Gurbeteli û Nagîhanan, li ser şopa heqîqetê bimeşin. Di ragihandina rastiya şoreşa jinê de bi israr bin, bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr û dildarên azadiyê.   Ragihandina Azad a jinên Kurd, li ser xeta hevrê Gurbeteli û bi sedan rojnamevanên jin ên ku li ser şopa heqîqetê têdikoşiyan ava bû. Li hemberî hişmendiya ragihandina mêr-dewletê, li hemberî berovajîkirina rastiya jin-civakê, li hemberî dagirkerî û qirkirinê, ragihandina azad a jin bû dengê tekoşîna jinên şoreşger û berxwedêr. Ragihandina azad li ser xeta azadiya jinê ava kir û rêxistiniya xwe pêş xist. Xeta ragihandina azad ji Gurbeteliyan heta Nagîhanan bi têkoşînekî bê navber, bi nirxên mezin û bi berdêlên giran hat afirandin.   Dewleta Tirk Li Hemberî Ragihandina Azad Êrîşên Topyekûn Daye Destpêkirin   Şoreşger, Rojnamevan û Akademisyena navenda lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel, li ser xeta Gurbeteliyan û heqîqeta jinên berxwedêr li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj cihê xwe di nav ragihandina azad de girt. Li hemberî her cure zext û êrîşên qirker ên dewleta tirk a dagirker li ber xwe da. Ragihandina rastiya hovîtiya dewleta tirk a li ser Kurdistanê wekî erkekî dîrokî dît. Bi vê zanebûnê xebatên ragihandinê meşand û di pêşxistina wê de rolek pêşeng leyîst. Hem di xebatên ragihandina azad de û hem jî di zanista jinê de hafize û xezîneyek a lêkolînan li pey xwe hişt. Ji bo xwe bigihîne van lêkolîn û zanînan xebatek fikrî da meşandin. Bi hezkirina jin, bi bawerî û hêviya jinê ber bi heqîqet û zanista jinê ve meşiya. Ji bo zanista jinê berbelavî tevahî jinên cîhanê bike, lêkolîn û danehevên girîng pêş xistin. Bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji bo projeyên xebatên zanista jin Jineolojî jiyanî bike û bi jinan re parve bike ji akademiyan bigire heya dibistan û malên jinê veguherand navendên zanista Jineolojî. Bi hezaran jin li ser zanîna zanista Jineolojî perwerde kirin.   Dewleta tirk a qirker çawa ku di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de hevrê Gurbeteli şehîd xist, di roja îro de jî bi heman zihniyetê li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê û bi taybetî jinên pêşeng yên şoreşa azadiya jinê dijminahiya xwe berdewam dike. Bi palpiştiya hêzên hegemonîk û hevkariya Kurdên xiyanetkar rêbazên herî hovane êrîşên li dijî şoreşger, pêşeng û têkoşerên jinê didomîne.   Pîvana Me Ya Bersivdana Li Êrîşan Wê Bi Sekna Gurbetelî û Nagîhanan Be   Di vê dema êrîşên qirkirinê berdewam dikin de, dewleta trk a dagiker li hemberî ragihandina azad êrîşên topyekûn daye destpêkirin. Bi girtin, cezadayîn û astengkirina şopandina rastiyan dixwaze ragihandina azad bê deng bike. Lê wê ev êrîş nikaribin me bêdeng bikin. Wê pîvana me ya bersiv dayîna van êrîşan sekna Gurbeteli û Nagîhanan be.   Li hemberî van êrîşên qirker û hovane zanekirina her jinekê ji bo me erkekî dîrokî ye. Bi zanîn û zanista Nagîhanan, bi kûrbûn û nêrîna şoreşgera pêşeng Gurbeteliyan em ê pîvanên ragihandina azad pêşbixin û rêxistiniya xwe mezin bikin. Hişmendiya zilam ya zayendperest, olperest, zanistperest û mêtînger hilweşînin. Paradîgma Demokratîk Ekolojîk û azadîxweziya jinê belav bikin. Li ser xaka Rojhilata Navîn, Netewa Demokratîk ava bikin, azadiya jin û civak mayînde bikin. Ji bo ku sedsala 21’emîn bibe serdema azadiya jin, li ser vê xetê ji bo pêşxistina xebatên zihnî têbikoşin.   Dewleta tirk a qirker û hemû dewletên serdest bi rêya çapemeniyê desthilata xwe didomînin. Li ser berovajîkirina rastiyan her cure kiryarên dermirovî li hemberî jinan û civakê di ser ragihandinê re servîs dikin û hewl didin mirovahiyê bi derewên xwe bidin bawer kirin. Li hemberî çapemeniya desthilatdar a mêr-dewletê pêşxistina ragihandina azad a jin, ji bo her jinê tolhildanekî herî manîdar e. Ji bo vê jî têkoşîn û berdêlek mezin tê xwestin. Wekî ragihandina azad em ê li hemberî van êrîşên qirker, zihniyeta faşîst û bîrdoziya pergala mêrsalar di têkoşîn û ragihandina rastiyan de gav paşde neavêjin.   Têkoşîna heqîqetê ya ji Gurbetan heta Nagîhanan kêlî bi kêlî berdewam dike û mezin dibe em ê, xwedî lê derbikevin. Li ser şopa wan, lêgerîna azadiyê kûr bikin, bi cîhanîna hêviyên jinên berxwedêr tolê ji dewleta tirk ya faşîst û pergala mêr-dewletê hilînin. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi bîr û baweriya; wê rastî tu carî di tariyê de nemînin, tekoşîna Gurbeteli, Nagîhan û bi hezaran şopdarên heqîqetê îro dewrî me kirî bi biryar û îsrarekî mezin heta mîsogerkirina şoreşa jinê bimeşînin.   Li ser vî bingehî em carekî din pêşenga xeta ragihandina azad û şoreşgera tevgera azadiya jin hevrê Gurbeteli, heqîqetvana zanista Jineolojî Nagîhan Akarsel, di şexsê wan de tevahî şehîdên meha Cotmehê û şehîdên ragihandina azad bi heskirin, bêrîkirin û rêzdarî bi bîr tînin.”