Mîchela Arrîcale: Ji ber ku dengê wî ji çekê xurtir e tecrîdê pêk tînin 2022-10-07 09:11:16   Melek Avci    ENQERE - Parêzer Mîchela Arrîcale bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: “Ji ber ku dengê Abdullah Ocalan ji çekê xurtire tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk tînin. Ger ku bi awayekî azad biaxive, wê di şoreşa demokratîk a navneteweyî ya Rojhilata Navîn de pêşketinek mezin hebe."   Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derketin dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê. Komplo ket sala 24’an. Komploya navneteweyî ya di bin kontrola Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) pêk hat, di 1985'an de ji aliyê Gladyoya NATO û Almanyayê ket dewrê û di salên 1990’î de bi Îngîlîstan û ji 1996’an şûnde bi Israîl û Yewnanîstanê berdewam kir.   Di salên 1998’an de bi destê Suudî Erebîstan, Misir, Îran, Suriye, Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa, Fransa, Îtalya, Hollanda, Rusya û herî dawî de jî di 1999’an de bi hevkariya Swîsre û Kenyayê komplo berdewam kir û heta 15’ê Sibata 1999’an bi anîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê berdewam kir. Abdullah Ocalan bi salane li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û ji tu mafên girtîbûnê fêdeyê nagire, nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.    Hevseroka Koma Mudaxaleye Hiqûqî ya Navneteweyî-Navendî Demokrasî û Lêkolînê û her wiha ku îmze avêtibû kampanyaya li dijî tecrîdê Mîchela Arrîcale der barê 24’emîn salvegera komployê de ji ajansa me re axivî.   *Astengkirina hevdîtinên bi Îmraliyê re ligel binpêkirina mafan, tê wateya binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî jî. Di vê mijarê de saziyên navneteweyî çima bêdeng in?   Ya rast helwestek dijhiqûqî ye. Ez bi têgehekê bersiv bidim.Têgeh lawfareye.  Lawfere diminên siyasî ne yanî vê ji bo siyaseta navneteweyî dibêjim. Ji bo welat bên manîpulekirin û ji holê bên rakirin qanûnan wek çekan bikar tînin. Ji ber vê jî stratejiya tê bikaranîn, qanûnîbûn an jî dijqanûnîbûna wê ne girîng e. Ev mijare polîtîk e. Dema em bêjin Ocalan girtiyekî siyasiye, em destnîşan dikin ku tu sûcekî wî yê qanûnî tune. Ji ber vê jî Ji ber vê jî bikaranîna hiqûqê ya di şertên navneteweyî de ne ji bo edeletê ji bo berjewendiyên hikûmetên arenaya navneteweyî tê bikaranîn. Sedema bêdengiya saziyên navneteweyî jî ji ber sedemên siyasî ne.  Ji ber Ocalan girtiyekî siyasî yê navneteweyî ye li hember Tirkiyeyê jî pêkanîn tune ne. Dema em ji dewletan re dibêjin bikevin tevgerê dibêjin ku mudaxaleya li hember Tirkiyeyê ne qanûniye. Lê ev mijarek siyasiye û Birêz Ocalan girtiyekî siyasiye. Ji ber vê jî ev bi tena serê xwe bi tu çareseriyek hiqûqî ne pêkane, aliyê vê yê navneteweyî heye.   * Derbarê tecrîda li hember Abdullah Ocalan gelek kampanya hatin lidarxistin. Lê heta niha hewldanan encam neda. Di vê mijarê de nokteyên qels mane çi ne?    Bi rastî ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê sekinandin  em her cureyê kampanya azadiyê dimeşînin lê mixabin kes encamekê nagire. Ev pirsgirêkek mezine û gelek tevlihev e. Sedema vê jî ev e ku PKK wek rêxistina terorê kirine lîsteyê. Em li Îtalyayê her tim ji bo Abdullah Ocalan kampanyayan dimeşînin û em dibêjin ku di lîsteya terorê de ye û ji ber vê em li welat tên krîmînalîzekirin. Ji bo dengê kesan qût bikin mekanîzmayên qanûnî hene. Hewl didin PKK’ê wek rêxistina terorê  nîşan bidin û bikin lîsteye. Wek qada navneteweyî li dijî vê rawestîn  hîn bêtir hêsane û encamên baştir tên girtin. Lê li Tirkiyeyê ev tevlihev e.    * Di ser komploya navneteweyî ya li hember Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de 24 sal derbas bû. Lê şert û mercên tecrîdê her çû girantir bû. Gelo tecrîdek wisa çima li Îmraliyê pêk tê?   Ji ber ku dengê Abdullah Ocalan ji çekê xurtir e ev tecrîd pêk tê. Derbarê wî de axaftin jî min kelecanî dike. Fikrên Abdullah Ocalan dijminê vê modernîteyê û desthilatdariya netewî ya heyî ye. Hûn dizanin di navbera fikra civakî ya netewî a demokratîk û lîberal de têkoşînek pir tûnd heye. Di îdeolojiya lîberal de herî kêm du komên ku maf didin û digirin, yê ligel me û yên dijminê me ne hene û ev tenê ji bo kesên ligel xwe  fêdeya wan heye derfetan didinê. Niha Abdullah Ocalan jî der barê civakê de di mijarê demokratîk û  hiqûqê de dibêje mafên gerdunî hene û divê her kes bibe kirdeya mafan. Ji ber ku her kes ji bo wî wekheve. Ev jî bêguman hemû hevsengiya dewletan dikare biguhere. Hemû hêzên lîberal yên dewletan birêve dibin piştî demekê demokrasiyê naxwazin. Ji ber ji demorkasiyê ditirsin ku demokrasî hemû newekheviyan ji holê radike.    Lê Abdullah Ocalan li gorî min sîmgeya rast a têkoşîna demokratîk e. Li gorî min ji ber vê tecrîd her diçe giran dibe. Dema mirov li dema dîrokî dinêrin şertên global zehmet dibin lê ger ku Abdullah Ocalan azad biaxiviya û ev tecrîd rabûya wê têkoşîna çandî bihata qezenc kirin û bi taybet di şoreşa demokratîk a navneteweyî ya li Rojhilata Navîn de pêşketinek mezin pêk bihata.   * Tirkiyeyê demek nêz de got ku Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpare. Gelo pêkane Tirkiye li gorî xwe der barê girtiyekî siyasî de biryarek wisa bigire?   Gotina ‘mafê hêviyê nayê nasîn’ tê wateya ku tu aliyê hiqûqî ji bo Abdullah Ocalan pêk nayê, tenê ji ber sedemên siyasî hatiye girtinê ye. Erdogan ji bo krîza Rojhilata Navîn çareser bike dixwaze Abdullah Ocalan ji dest ji têkoşîn û fîkra konferalîzm a demokratîk berde. Ji ber vê jî Erdogan dibêje mafê bidestxistina hêviyê ne qanûniye. Li welatekî ku hiqûq li plana dawî be, tu tiştekî qanûnî nikare derkeve holê.   * Mafê CTP heye ku beyî destur ji tu kesî bigire biçe serdana girtîgehan. CPT got wê di 2023’yan de biçe 8 welatan. Lê Îmrali têde tunebû. Çima?   Lijneya Şopandina Îşkencê, her 5 mehan an jî 6 mehan carê yanî du caran divê serdanê bike. Ya ewil îlan dike ya din jî veşarî dike. Di serdanên ku îlan nake de welatên ku malovaniyê dike wekê ku serde bê girtinê ye. CPT herî dawî di 2016’an de serdana perîyodîk kir. Ji ber pandemiyê du sal şûnde di 2024'an jî 2025’an de wê serdanan bike. Em bi israr vê dibêjin CPT divê her 5 salan carê serdanê bike û daxuyaniyê bide. Lê divê ev serdan neyên aşkerakirin û bêyî ku Tirkiye amadekariyê bike divê bê kirin. Mijara esas ne aşkerakirina bernama serdanê ye, divê serdan nişkave bên kirin ku şertên Îmraliyê bên dîtin. Sêyemîn Xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê jî dibêje hun li gorî qanûnên xwe terorîst qebûl bikin jî hun nikarin îşkencê bikin.   *Niha doza ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin didome. Di meha mijdarê de wê biryar bê dayîn. Ger PKK ji lîsteyê bê derxistin wê guherî çêbibin? An jî tecrîda ser Abdullah Ocalan bê rakirin wê PKK ji lîsteyê bê derxistin?   Ji bo nêzîkatiya Navneteweyî bê guherin divê PKK bê guhdarkirin. Li gorî encamê pêngavek demokratîk wê hêsan be. Ger PKK ji lîsteya terorê bê derxstin wê Tirkiye bibe rêveberiya xweser lê dewlet zextan bikin wê ev pêkan be. Lê zext jî girêdayê siyaseta navneteweyî ye. Ji ber destê Tirkiyeyê de qerta penaberan heye. Yekitiya Ewropa ji ber krîza penaberan bi Erdogan ve girêdayî dimîne. Zextê li Tirkiyeyê nake.   * Wek hûn dizanin tenê li Tirkiyeyê li hember kurdan zext tune ne. Li Sûriye û Iraqê li hember kurdan êriş pêk tên. Çareseriya pirsgirêka kurd wê çawa pêk bê?   Pirsgirêka kurd tenê pirsgirêka têkoşîna mafê mirovan nîne. Ya girîng divê kurd qedera xwe bixwe tayîn bikin. Li welatên binpêker têkoşînek mijara gotinê ye. Ev ne tenê li Kurdistanê. Mînak li Fîlîstan an jî Amerîkaya Latîn jî divê em hewldan û têkoşînekê bidin. Em di sêyemîn asta pêvajoya kolonîzasyonê de ne. Li welatên hatine binpêkirin, kontrolek herêmî heye. Niha jî bi zexta çandî û aborî şoreşa demokratîk a welatên binpêker didin sekinandin. Ji bo mirov qedera xwe bi xwe tayîn bikin divê em têbikoşin.   * Hûn girêdayîna Gelê Kurd a ji bo rêberê PKK’ê û paradîgmaya wî çi difikirin?   Gelê Kurd gelê herî xurt yê ku ji bo mafên xwe têdikoşe ye. Di vê têkoşînê de cih girtin ji bo min rumetek mezin e. Abdullah Ocalan ne lîderê gîhayê biyaniye. Di asta siyasî de  divê her kes ji bo rewşa Abdullah Ocalan têbikoşe. Pirsgirêka kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn di heman asta siyasî de derketine holê û ez dixwazim Peymana Biçûk a Asîmanan (Sykes-Pîcot Agreement) a hêzên binpêker bibîr bixim. Ji ber vê jî divê piştevaniya navneteweyî û tevgerên pêşketî ligel lîderê kurd cih bigirin.