ROJEVA 07'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-07 09:00:00   *Li erdnîgariya ku nasnameya Kurd hewl tê dayîn ku bê paqijkirin û hebûna Kurdan tê înkarkirin de, sînemeya Kurd wek alaveke ku ev hişê çandî yê Kurd bê domandin derdikeve pêşberî me. Kirdeya damezrîner yanî Sînameya Kurd, teşeyeke berxwedana çandî ya pirdeng e. NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinên rojnamevan ên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê yên ji me re axivîne gotin 7’ê Cotmehê roja lêpirsîna xwe ye û wiha diyar kirin: “Em îro xwedî li pênûsa Gurbetellîyan heta Nagîhan Akarselan derdikevin. Divê em li gora têkoşîna wan armanca wan bi ser bixin. Jinên Kurd her roj ruxmê êrişan bi hêztir in."  BI DÎMEN    *Parêzer Mîchela Arrîcale bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: “Ji ber ku dengê Abdullah Ocalan ji çekê xurtire tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk tînin. Ger ku bi awayekî azad biaxive, wê di şoreşa demokratîk a navneteweyî ya Rojhilata Navîn de pêşketinek mezin hebe."    *Jinan bertek nîşanê qetilkirina rojnameger û edîtora kovara Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel dan û gotin: “Qetilkirina Nagîhanê, peyamek aşkera a li hember berxwedana jinên kurd e. Me ev peyam girt. Em ê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.” BI DÎMEN    * Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, li Rojava Dilîşan Îbîş û Dilovan Gever û li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel... Rojnamevanên jin ên kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî li Kurdistanê lêgerîna xwe ya  heqîqetê berdewam dikin. PORTRE    *Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, di 8’ê Cotmehê de li dijî talankirina xwezayê ku bi dirûşma “Em ê bi ser kevin, em qadên jiyanê diparêzin” mitîng li dar bixe. Endama HDP’ê ya Dêrsimê Besîme Gok axivî û bang li hemû kesan kir ku xwedî li xwezaya xwe derkevin û vê talanê bidin sekinandin. BI DÎMEN    * Rojnamegerên jin destnîşan kirin ku ew hêz û baweriya xwe ji Gurbetellî Ersoz û şopdarên wê digirin û gotin: “Têkoşîna rojnamegerên jin têkoşîna heqîqetê, demokrasiyê û azadiya jinê ye.” BI DÎMEN    *Jineolojî ku xwedî îdiaya ku wê bibe zanista jiyanê û xwe bigihîne wateya jiyanê, neçare ji nokteya herî zêde hatiye bê watekirin dest pê bike. Qada ewil a ku jê destpê bike jî têkiliya jin-mêr e. “Em ji mêran nikarin derkevin rê û jin û jiyanê rast venasînin. Hebûna xwezayî ya jinê hîn bêtir di astek navendî de ye.” Ev venasîn dema jinê vedinasîne di nav têkiliyek diyalektîk de hewcedarî bi venasîna mêr dibîne. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Leyla Guven ji bo Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê hat qetilkirin name şand û got: “Divê neyê jibîrkirin ku em hevalên Jîna û girtiyên siyasî yên Kurd tu car wê destûr nedin feraseta paşverû. Em ê têkoşîna xwe bi biryar bidomînin.”