KJAR kuştina Nagîhanê şermezar kir 2022-10-06 11:39:47   NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi daxuyaniyek qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezarkir û got: “Qetilkirina Nagîhanê êrişeke din a pergala mêrsalarî ya li dijî îdeolojiya rizgariya jinan e.”   Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê qetilkirina Endama Akademiya Jineolojî, rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel de daxuyaniyek nivîskî weşand.   Daxuyanî wiha ye:   “Hevrê Nagîhan yek ji jinên pêşeng bû, jiyana wê bi çalakiyan dagirtî bû, bi hezaran jinan li seranserî Kurdistanê perwerde kiriye, da ku hêza xwe ya xwezayî nas bikin. Her dem hewl dida zanista jineolojî li Rojhilatê Kurdistanê were berfirehkirin.    Pêwîst e were zanîn ku hişmendiya Jîna Emînî û Şilêr Resûlî qetil kir, bi heman hişmendiyê hevrê Nagîhan jî qetil kir.    Jineolojî zanisteke ku jinan li derveyî hemû ciyewaziyan kom kiriye û jiyana jinan watedartir kiriye. Her wiha bilindkirina dirûşma 'Jin jiyan azadî' ya di şoreşa jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de encama wê felsefeyê ye ku bingeha zanista jineolojî daniye.   Em êrişa li dijî Nagîhan Akarsel şermezar dikin û dixwazin tawanbarên ku pêşengên têkoşîna azadiyê dikin hedef werin eşkerekirin."