Sersaxiya ji bo Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate paşxistin 2022-10-06 11:22:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Wê îro li cihê ku Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel lê hatî qetilkirin ango taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê konê sersaxiyê bihata vedan, lê hate paşxistin.   Biryar bû ku îro li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li cihê ku Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel lê hatî qetilkirin konê sersaxiyê were vedan. Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî diyar kir ku sersaxî heta xizmên wê ji Tirkiye û Ewropa digihîn Silêmaniyê hatiye paşxistin. Wê cenazeyê Nagîhanê ber bi warê wê ve were oxirkirin.   Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku di rojên pêş de hevalên wan li ser merasîma taziyê û bîranînê agahiyan bidin.   Endama Akademiya Jineolojî û Edîtora Govara Jineolojî Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de hatibû qetilkirin.