ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-06 09:00:00     *Jinên li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel bi hêrs in gotin:"Her kesên ku li cîhanê dibêjin 'jin jiyan azadî' wê nesekinin." DÎMEN HEYE   *Li gorî çeteleya tundiyê ku her meh ji aliyê ajansa me ve tê amadekirin, di meha Îlonê de 27 jin hatin qetilkirin, 13 jin û 4 zarokan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ   *Edîtora Kovara Jineolojiyê parêzer Ruşen Seydaoglu, bi qetilkirina Nagîhanê re çand, bawerî, fikr û raman hat qetilkirin û got: "Nagîhan li Silêmaniyê li cihê ku hatî qetilkirin dixwast pirtûkxaneyek veke û hewl dida ku hemû mal û kolanan bike navenda lêkolîna jineolojiyê. Em ê bi têkoşîna xwe daxwaza wê binin cih." BI DÎMEN    *Parêzer Rengîn Ergul a ku tecrîda giran a 24 salan a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand wiha got:"Hinek zagonên bi taybet ji bo Abdullah Ocalan hatiye amadekirin hene. Şikandina tecrîdê di eslê xwe de ne bi hiqûqê wê bi gel bê şikandin. Bi israra gel wê bê şikandin." BI DÎMEN