'Ji mirina girtiyan ATK û Wezareta Edaletê berpirsin' 2022-10-05 16:47:06   ÎZMÎR - Hevseroka HDP'ê ya Çîgliyê Menekşe Ecer ku di Nobeda Edaletê de axivî, diyar kir ku ATK bi raporên derhiqûqî ku dide tehliyekirina girtiyan asteng dike. Mengekşe got ku ji mirina girtiyan ATK û Wezareta Edaletê berpirsin.   Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û tecrîda li girtîgehan hatiye destpêkirin, li ber Girtîgeha Kiriklarê di roja 121'ê de berdewam kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çîyliyê û navçeya Urlayê piştgirî dan çalakiyê.   'Li girtîgehan polîtîkayên çewisandin tên meşandin'   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Çîyliyê Menekşe Ecer di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan polîtîkayên tirsandinê tên meşandi û got, "Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ji sedî 87 astengdar e, Aysel Tûglûk bi neweşiya demansê ye. Serdar Yildirim ê ku ji sedî 98 astengdar e, nikarin bi tena serê xwe li girtîgehan bimînin. Ji gelek girtîgehan cenaze tên. Heman pêkanîn li zindanên cuda cuda berdewam dikin. “ATK’ê raporên derew û derqanûnî dide ku dikarin di girtîgehê de bimînin û pêşiya berdana girtiyên nexweş  tê astengkirin."   'Sedema mirinê ATK û Wezareta Edaletê ne'   Menekşeyê wiha berdewam kir: “Tevî ku girtî hewl didin bi oksîjenê bijîn jî ATK dikare ragihîne ku ew dikarin di girtîgehê de bimînin. Sedemên van mirinan edliyeya ku biryarên siyasî dide, rêveberiya girtîgehê, ATK û Wezareta Edaletê ku pêkanînên derqanûnî îmze kirine ne. Em bang dikin ku bi berpirsyariya hiqûqî, wijdanî û exlaqî li hemberî mirinan hestiyar bin. Dayikên ku di Nobeda Edaletê de ne ji bo cenaze dernekevin banga hestiyariyê dikin, dixwazin ku her kes di çarçoveya edalet, aştî û mafên bingehîn ên mirovan de bijî. Em li hemberî zilmê bêdeng nemînin. Em li ser navê cîhana azad a demokratîk banga hevgirtinê dikin. Em bang dikin ku dawî li pêkanînên sirgûnê, şewitandina înfaza û pêkanînên dijhiqûqî bê.”   'Bila tecrîd bi dawî bibe'   Paşê ji xizma girtiyan Fatma Surme bal kişand ser tecrîda li ser girtiyan û got, “Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan. Girtiyên ku înfaza wan bi dawî bûye nayên berdan, pêwîste niha bên berdan. Her kes li vî welatî dijî. Em dixwazin wekî her kesî bijîn. Her ku şer li welat zêde dibe, zextên li girtîgehan jî zêde dibin. Bila şer bi dawî bibe, bila êdî aştî pêk were."   Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û “Heq, hiqûq û edalet” bi dawî bû.