Li Qersê jinan ji bo Nagîhan bang kir: Wê pênûsa wê li Erdê nemîne 2022-10-05 14:37:05   QERS - Jinên ku li Qersê li dijî qetilkirina edîtor û rojnamegera kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hatin cem hev gotin, “Em soz didin heval Nagîhan Akarsel; em ne pênûsa wê li erdê dihêlin û ne jî ji têkoşîna wê û helwesta wê gavê paşve diavêjin."   Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de, têkildarî qetilkirina Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê hat qetilkirin de, li Qersê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Parlamentera HDP'ê Wanê Muazzez Orhan û endamên HDP'ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya qeymeqamtiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Muazzez di daxuyaniyê de diyar kir ku bi salane  Nagîhana hatî qetilkirin karê rojnamegeriyê kiriye û bûye dengê jinan.   'Qirkirin li dijî têkoşîna jinê ye'    Muazzez diyar kir ku Nagihan ji têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta mêr gavekê jî paş ve neavêt û got, "Bi pênûs, helwest û têkoşîna xwe ji her kesî re bû mînak. Lê em dizanin ku ev rejîmên monîst, zayendperest, faşîst li hember kesên ku her tim dengê xwe bilind dikin, îtîraz dikin, azadî û wekheviyê diparêzin, bi taybetî yên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, bêtehamul in. Ji ber vê sedemê, tevî zext û zordariya bi salan, guleyên ku Nagihan a ku dengê jinên xwedî xebatên Jineolojiyê ye, bêyî ku gavekê bi paş ve biavêje, li hemû jinan hate barandin, xwestin dengê jinan qut bikin. sûîqesteke ku têkoşîna jinê armanc dike pêk anîn."   Em soz didin Nagihan: Qelema wê li erdê namîne   Muazzez wiha berdewam kir: “Em weke jin soz didin heval Nagîhan Akarsel; Ne pênûsa wê em li erdê dihêlin û ne jî ji têkoşîna wê û ne jî helwesta wî em ê tu carî gav paşde navêjin. Li dijî sîstemeke monîst, zayendperest û faşîst li hemû cîhanê; Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev a jinan têbikoşin. Em jin dê vê jiyanê ava bikin. Em hemû baş dizanin ku li vî welatî jinbûn, Kurdbûn, rojnamevan, mûxalîfbûn kirasê ji agir e. Hevala me Nagîhan bi vê yekê dizanibû ku tu carî ji têkoşîna xwe gav paşde neavêt. Bi salan e xebatên xwe li Silêmaniyê bi taybet di çarçoveya Jineolojiyê de kirine.”   'Azadiya jinê wê bi têkoşînê bi ser bikeve'   Muazzez di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em careke din bang dikin! Ev destên qirêj wê bi ser nekevin” bi îfadeyên “Careke din em qetilkirina bi van destên qirêj şermezar dikin û li vir soz didin hemû gelê xwe; faşîzm wê têk biçe, têkoşîna azadiya jinê bi ser bikeve.   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.