Kovara Jineolojiyê: Em zîhniyeta ku Nagîhanê qetil kir nas dikin 2022-10-05 14:10:08       NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinolojiyê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Em zîhinyeta ku Nagîhanê qetil kir nas dikin" û banga têkoşînê kir.    Kovara Jineoloji bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina endama  Lijneya Akademiya Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê şermezar kir.   Berdewama daxuyaniya ku bi gotina “Em zîhniyeta ku endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineoloji Nagihan Akarsel qetil kir nas dikin û dizanin” dest pê kir, wiha ye:   “Nagihan Akarsel ku di warê jineolojiyê de ji bo avakirina hêza rewşenbîrî ya ku jin û gelan bi şoreşê re tîne cem hev, bi taybetî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşengiya wê kir, li Silêmaniyê hat qetilkirin. Piştî Kuştina Nagihanê jinên ku bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' daketin qadan. Em dibînin ku pergala serdest a mêr ku li Îranê jina Kurd Jîna Mahsa Amînî qetil kir xwe dubare dike.   Bû bîra berxwedan û jineolojiyê ya jinê   Nagihan a ku di hemû jiyana xwe de kedeke mezin daye têkoşîna azadiya jinê, ji bo pêşxistina jîneolojî, zanista şoreşa jinê, ji bo hevdîtina bi jinên cîhanê re bi keda mezin roleke pêşeng lîstiye. Nagihan bi xebatên xwe yên rewşenbîrî, semantîk yên di warê jineolojiyê de, bi hemû jiyana xwe ya ku veguheran berxwedan û têkoşînê, bi pêxistina yek ji mezintirîn meşaleya heqîqeta jinên ku dihat xwestin di tariyê de bimînin. Jin bûne bîranîna dîroka berxwedan û jineolojiyê.   Êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê   Zîhniyeta qirker a serdest a mêr û gihandina wê weke netew-dewletê; Bi taybet jin, îradeya jinê, bedena wan û nasnameya jinên pêşeng ên şoreşê hedef girtin û qetil kirin. Pergal bi vê helwesta xwe  hewl dide berxwedana civakî bişkîne û koletiyê ferz bike. Kuştina hevala me Nagîhan ku yek ji van nasnameyên pêşeng ên şoreşê ye, ne ji nasnameya wê ya Kurdewarî û jinê cuda ye. Ev êrîş êrîşa li dijî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê û têkoşîna wan a azadiyê ye ku di sedsala 21’an de pêşengiya şoreşa jinên cîhanê kirin.   Banga têkoşînê   Em wekî Lijneya Jineolojiyê; di kesayeta Endama Lijneya Kovara me û endama  Navenda Lêkolînên li ser Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, vê êrîşa namerdane ya  li ser jinê û li ser şoreşa jinê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku xwedî li mîrasa ku Nagîhanê dewer girtibû derkevin û ji bo ku kujerên wê bên aşkerakirin û darizandin têkoşînê bidin.    Nagîhan Akarsel rûmeta me ye û bê mirin e."