Emîne Şenyaşar ji bo kurê xwe darizandineke adilane xwest 2022-10-05 11:21:21   RIHA - Di Nobeda Edaletê ya roja 576'an a Emîne û Ferît Şenyaşar de li ser medyaya dîjîtal peyama " Ji bo kurê xwe yê 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin darizandineke adilane dixwazim" hat parvekirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2018’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 576’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li qada ku weke “Quncika edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir. Ferît bi blokên beton ên ber deriyê edliyeyê ve pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar, ji bo herkesê edalet” daliqand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi wêneyê Emîne Şenyaşar a bi hinceta “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye duh derket pêşberî dadgerê di dema tê darizandin de hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “Daxwaza ewil: Ji bo kurê xwe yê 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin darizandineke adilane dixwazim. Daxwaza duyemîn: Ez qeydên kameraya komkujiya li nexweşxaneyê dixwazim. Encam: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc. Dayik tê darizandin.”