Li Ewropayê Kurdistaniyan qetilkirina Nagîhanê şermezar kirin 2022-10-05 09:56:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga TJK -E Kurdistaniyên li gelek navendên Ewropayê hatin ba hev, qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê şermezar kirin dikin.   Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK -E)  kurd û dostên xwe  ji bo şermezarkirin qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel derdikevin qadan. Piştî Hollandayê, gel li Belçîka, Fransa û Elmanyayê jî daket qadan.   Belçîka   Ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê, li ber rawestegeha trenan a navendî ya  li Bruksela paytexta Belçîkayê, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê ve hat organîzekirin. Gelek kes, tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de wêneyên Nagihan Akarsel hatin hildan. Bê navber ‘dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Erdoganê kujer“, “Bimire xiyanet“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin.   Di axaftinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku qetilkirina Nagihan Akarsel ne bûyereke ferdî ye û ev tişt hatin gotin: “Bi taybetî di 10 salên dawîn de, dewleta Tirk a faşîst, bi qetilkirina pêşengên şoreşa jinan a li Kurdistanê hewil dide da ku ber lê bigire. Têkiliyeke eşkere di navbera qetilkirina Şehîd Sakîne Cansiz û Qetlîama Kobanê ya 23’yê Hezîrana 2020’î pêşengên Kongreya Starê hedef hatin girtin û qetilkirina hevrêya me Nagihan Akarselê de heye. Nagihan Akarsel, bi jiyana xwe ya têkoşer a bi 30 salan, bi nasnameya xwe ya rojnamevan, nivîskar û Jineolojiyê ji aliyê Kurdan ve dihat naskirin. Ji ber vê nasnameya xwe hedef hat girtin."   Meclîsa Jinan a Ûta ya Dresdenê jî bi armanca şermezarkirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen Nagihan Akarsel, saet di 17.00’an de li Albertplatzê daxuyanî da. Daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Women Defend Rojava û Buroya Jinan a ji bo Aştiyê (CENÎ) ku ji Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel weşandibûn, hat xwendin.   Jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî“ û “Şehîd namirin“ berz kirin.   Elmanya   Kurdistaniyên li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jî, li Breslaûer Platzê dest bi çalakiya protestoyî kirin.   Çalakiyên bi pêşengiya Meclîa Jinan a Viyanê hatinin destpêkirin destpêkirin.   Qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Kurd û dostên wan ên li ber Hannover Haûpbahnhofê hatin ba hev, wêneyê Nagihan Akarsel vekirin û find vêxistin.   Meclîsa Gel a Hannoverê, Meclîsa Jinan a Ronahî û Women Defend Kurdistanê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Em kêliyek pir bi êş dijîn. Îro rêveberiya Başûrê Kurdistanê jinek Kurd neparast lê sîxûr û leşkerên dewleta Tirk diparêze û dibêjin em Kurd in. Bi hezaran car lanet li we rêveberiya xayîn û hevkar be. Em ê weke Nagihan Akarsel nerawestin. Têkoşîna me, wê her tim û li her derê, weke lehiyek diherike nerawest û ber bi pêş ve biçe.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Rojhilat” bi dawî bû.   Fransa   Li paytexta Fransa Parîsê jî bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), li qada Repûblîqûe ya ku yek ji qadên herî qelebalix a Parîsê ye, hatin ba hev û bi berzkirina dirûşmeyên “jin jiyan azadî” komkujiya ku çêbûye, protesto kirin. Jinan û Kurdistaniyan wêneyên Nagihan Akarsel, dovîzên bi zimanê Fransî li ser “Jin jiyan azadî” û pankartên li ser “Jin jiyan azadî” û “Ji bo Nagihan tolhildan” hat nivîsîn, hilgirtin û di şexsê Akarsel de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.   Hevseroka CDK-F’yê Xanê Akdogan û Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç yek bi yek daxuyanî dan. Hevseroka CDK-F’yê Xanê Akdogan wiha got: “Em hemû dizanin ku me dijminek bê exlaq heye. Ev êrîş ne tesaduf e. Dixwazin têkoşîna jinan a geş dibe, rawestînin û lê vê yekê sernaxînin. Em di şexsê hevrê Nagihan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza geşkirina têkoşîna wan dubare dikin.”   Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst û mêtinger di pêvajoyek gelek krîtîk de, ev komkujî pêk anî û got: “Ji ber ku şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê kirin, li gel paradîgmaya Rêber Apo ya azadiya jinê û ‘Jin jiyan azadiyê’ azadiya jinê êdî li hemû cîhanê cih girt. Hişmendiya qirêj a ku hevrê Nagihan hedef girt, di rastiyê de azadiyê jinê hedef girt, paradîgmaya jineolojiyê hedef girt. Ev êrîş li dijî gelê Kurd ê azadî û demokrasiyê dixwaze, hatiye kirin. Lê bila bizanin ku em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidin dewamkirin û encam bigirin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bûn.