Kesên li Amedê di çalakiyê de binçav kirin serbest berdan 2022-10-05 09:25:22   AMED - 6 kesên ku di nav de nûçegihana MA'yê Eylem Akdag jî hebû di çalakiya şermezarkirinê ya têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarsel de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Amedê duh ji bo qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora wê Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe di êrişa çekdarî de hat qetilkirin çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin. 6 kesên ku di çalakiyê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Di daxuyaniya li Hazal Parkê hate kirin de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê  (MA) Eylem Akdag, rojnamevan Azat Taşkin, Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Amedê Salîh Sargin, Vedat Saçan, Fermandar Kardeş û Pehlîvan Jiyan Şûrzan hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Şehîtler a navçeya Yenîşehîrê.    Derbarê her 6 kesan de bi sûcên “Muxalefeta li dijî qanûna Xwepêşandan û Meşê ya bi hejmara 2911” û “Propagandaya rêxistinê” kirarî hatin kirin. Hate hînbûn ku di kirariyên îfadeyan de pirsa “Hûn bi fermana kê hatin?” û dirûşmeya “Şehîd namirin” hatiye pirsîn.    6 kes piştî kirariyên îfadeyan ên bi saetan dom kirin ji ber bên berdan ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî. Her 6 kes piştî kirariyên îfadeyan saet 02.20’an de hatin berdan.