ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-05 09:00:00   *Rêhevala Arîn Mîrkan, Necbîr Agîrî têkildarî salvegera çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan axivî. Necbîrê bal kişand ser çirûska Şoreşa Rojava û wiha got:" Bi hezaran ciwanên kurd hatin Kobanê, li hember çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin. DAÎŞ'ê di şerê Kobanê de xwest Şoreşa Rojava têk bibe, lê negihişt armanca xwe. Çirûska 19'ê Tîrmehê her diçû belav dibû. Armanca çeteyan jî têkçûna vê bû. Lê hevalên mîna Arîn Mîrkan çirûska Şoreşa Rojava geş kirin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Şaxa Hejmara 1’em a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn bi wesîleya 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyên Cihanê axivî û anî ziman ku ew ê îsal di bin siya pirsgirêkan de vê rojê pêşwazî dikin û got ku ew pergaleke perwerdehiya demokratîk û objektîf dixwazin. BI DÎMEN    *Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Firatê têkildarî Mîhrîcana Arîn Mîrkan a dê bi dirûşma "Arîn bisk û zilfên aştiyê ye" li Kobanê bê lidarxistin wiha got:"Em ê di mîhrîcanê de di kesayeta têkoşera azadiyê Arîn Mîrkan de hemû cangoriyên Kobanê bi bîr bînin. DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmedar, qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin, anîn ziman ku ew şopdarê heqîqetê û rastiyê bûye û bang li gelên Kurd hat kirin ku dengê xwe bilind bike.