Li Mexmûrê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşa girseyî 2022-10-04 19:04:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), li dijî qetilkirina çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel, meşek girseyî li darxistin. Di meşê de jinan soza tolhildanê dan û hat ragihandin ku divê demildest kûjer bê cezakirin.   Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di heman demê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ye, îro di navbera saet 10.11’an de li ber mala xwe ya li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî hat. Nagîhan Akarsel di encama êrîşê şehîd bû.   Ji bo şermezarkirina qetiltikirina Nagîhanê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî meşek girseyî li dar xistin û qetilkirina Nagîhan Akarsel bi tûndî şermezar kirin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Di meşê de diruşmên "Jin Jiyan Azadî", "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Jinan" hatin berzkirin.   Li ber avahiya NY’ê di kesayeta Şehîd Nagîhan de deqeyek rêz hate girtin û piştre daxuyaniyek ji aliyê Endama Kordinasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.   Daxuyanî wiha ye:   “Em di serî de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Bi dehan hevalên me li Silêmanî bi destê sîxûr û xwînmijan hatine şehîd kirin. Îro jî rêhevala me Nagîhan bi rêbazekî qirêj hate qetilkirin. Em wek gelê Mexmûrê qetilkirina Şehîd Nagîhan bi tûndî şermezar dikin.   Ev rûreşiya rêveberiya Başûr dide diyarkirin. Çawa dibe ku li bajarên me de em têne qetilkirin. Rêveberiya Başûr hevkarê wan kûjer û sîxûranin. Em bang dikin, dest ji vê xiyanet û sîxûrtiya xwe berdin. Rêheval Nagîhan xizmetkarê gelê xwe bû. Tevahî jiyana xwe ji bo gelê Kurd bexşand. Em bi rêheval Nagîhan serbilindin. Nagîhan temsîla jina azad bû. Her wiha rêhevalê me tevahî jinan bû.   Wê xwînmij û xiyanetkar hesab bidin. Divê demildest kûjer bê cezakirin. Li her derê cîhanê jin li ser piyanin û wê dijî van bûyeran li qadan bin. Em wek gelê Mexmûrê tevahî xiyanetkar û xwînmijan bi tûndî şermezar dikin û em wek jin soz didin ku emê tola şehîdê xwe hilînin. Wê berxwedana li Îmraliyê bibe rêya me û emê bi berxwedana Îmraliyê xwedî li xeyalên Şehîd Nagîhan derbikevin.”   Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bimre Xiyanet’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Jinan’ bi dawî bû.