TJA: Êrîş li dijî îradeya jinên kurd e 2022-10-04 18:38:10   AMED - Di pêşengiya TJA'yê de qetilkirina Endama Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hat şermezarkirin. Jinan diyar kir ku êrîş li dijî îradeya jinên kurd e.   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnameger û Edîtorê Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê hat qetilkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) qetilkirina Nagîhan a li Parka Hazal a Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê şermezar kir. Aktîvîstên TJA, xwendevanên Kovara Jineolojiyê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Cemiyeta Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag, Komeleya Jinê ya Rosal. endamên saziyên civakî qetilkirina Nagîhanê şermezar kirin. Jinan pankarta “Em êrîşên li digi tekoshina jinan qebul nakin” û wêneyê Nagihan hilgirtin.    Di çalakiyê de dirûşmên “Bimre ixanet biji berxwedana jina”, “Şehîd namir” hatin berzkirin.   'Nagihan şeklê diyarkirî yê zanista jinê ye'   Li ser navê jinan Edîtora Kovara Jineolojiyê parêzer Ruşen Seydaoglû daxuyanî da. Ruşen got, “Nagihan di encama êrîşa hevkariya mêr de hat qetilkirin. Ev komkujî planên pergala serdest a mêr e. Ev komkujî êrîşa hovane ya li hemberî feraseta jinê ya li ser zanista jinê ye. Ew ê ti carî jinên Kurd vê qebûl nekin. Ev têkoşîn wê bi çanda berxwedanê ya Nagihan û ronahiya jinê bidome. Ev êrîş ne tenê li dijî tevgera jinên Kurd, li hemû jinên cîhanê hate kirin. Jinên Îranî bi dirûşmên jin jiyan azadî ku  berz kirin têkoşînê didin. Bi ronakbîriya jinê civaka azad a jinê wê bê aavakirin. Em soza mezinkirina têkoşîna Nagihan a li dijî çanda xiyanetê ya pergala serdest a mêr didin û em ê jiyaneke alternatîf ava bikin. Nagihan cewhera zanista jinê ye. Em bang li hemû jinan dikin ku daxwazên xwe yên azadiyê mezin bikin.”   'Êrîş li dijî vîna jina Kurd hatiye kirin'   Piştre Berdevka MKGP’ê Roza Metîna axivî û got, “Em têkoşîna Nagihan silav dikin. Îro ji her alî ve êrîşeke mezin li dijî jinên Kurd tê kirin. Êrîşa li dijî Nagihanê li dijî vîna gelê Kurd û jinên Kurd pêk hat. Em ê dirûşma jin jiyan azadî bilind bikin. Em ê têkoşîna Nagihan biparêzin. Em ê mîrateya ku Nagihan li pey xwe hiştiye biparêzin. Çawa ku zîhniyeta qirêj Jînan dikuje, li Silêmaniyê jî Nagihan qetil kir. Em careke din dibêjin ku em ê dirûşma jin jiyan azadî ku li cîhanê bûye sembol biparêzin.”   Piştî axaftinan polîsan êrîşî jinên ku xwestin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bimeşin kirin. Jinên ku xestin bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, di êrîşa polîsan de gaza bîber hate bikaranîn. Jinan piştre bi çalakiya rûniştinê ev rewş protesto kirin.   'Nagihan rûmeta me ye'   Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy di çalakiya rûniştinê de axivî û got, “Nagihan bi pênûsa xwe, bi gotina xwe û bi têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta serdest a mêr bedelên mezin da. Me xwest li dijî vê yekê daxuyaniyekê bidin û bimeşin. Me xwest em dengê jinan bidin bihîstin. Yên ku îro ev der qedexe kirin jî meşa ku me xwest roja Yekşemê ji bo Jina Emînî bikin asteng kirin. Astengî û êrîşên hovane wê jinan ji têkoşîna wan dûr neke. Hûn çi bikin jî, gotinên jinan,  xeyalên wan qet neqedin ne. Jin li cihê ku lê dijîn wê têkoşîna xwe bidomînin. Zîhniyeta qirêj wê winda bike, Nagihan Akarsel rûmeta me ye."   Piştî daxuyaniyê polîsan nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag, belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Azad Taşkin, Salih Sargi û Vedat Saçan binçav kirin.   Polîsan ji jinên dorpêçkirî re gotin ku bi komên 5 kesî derkevin derve, jinan diyar kirin ku ew ê bi girseyî derkevin derve. Çalakî piştî belavbûna jinan bi dawî bû.