Jin li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel daketin qadan 2022-10-04 17:23:22     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jin daketin qadan û qetilkirina Endama Lêkolînkirina Jineolojiyê protesto kirin. Jinan got ku Nagihan Akarsel li dijî pergala serdest a mêr, sedema serhildana wan e.    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Li gelek bajaran qetilkirina  Nagîhan Akarsel hat protestokirin. Di vê çarçoveyê de li Dêrsimê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Nagihan Akarsel hatin rakirin û pankarta “Hûn nikarin pênûsa heqîqetê bêdeng bikin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz axivî û wiha got: “Em soz didin ku dê di vê rêyê de bimeşin ku rêhevala me Nagihan pêşengtî jê re dikir. Kesek nikare pênûsa heqîqetê ya ku rêhevala me Nagihan pêşengtiya wê dikir, bêdeng bike. ”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.    Agirî   Bi heman boneyê TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’a Agiriyê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr sûîqestên li Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin bi bîr xist û wiha got: “Li dijî rêveberiyên otorîter û faşîst, serhildaneke jinan heye. Jin, îro li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya jinên kurd û bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ serî li ber van rejîman radikin. Em baş pê dizanin ku hedefgirtina Nagihanê ya di demekî wiha de tiştekî rashatî nîne. Em baş dizanin ku ev komkujî; li dijî daxwaza azadiyê ya jinan û jinûveavakirina jiyanê, bersiveke aqilê mêr-dewletê ye. Yên ku fermana vê cînayetê dayîn û plan kirin divê baş bizanin ku em ê li hemberî van komkujî, faşîzm û tarîtiyê serî netewînin. Dê dîrok jî bibe şahid ku li dijî van hêzên faşîst û tarî, serkeftin dê bibe para têkoşîna jinan.”    Bedlîs   Li Tetwan a Bêdlisê jî bi pêşengtiya TJA, DBP û HDP’ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Tetwanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endama PM’a HDP’ê Sîdar Karaçelîk diyar kir ku ev komkujî bi awayekî rasthatî nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Mîna aktîvîstên din ên li başûrê Kurdistanê hatine kuştin, Nagihan jî li pêşiya mala xwe hat qetilkirin. Mîna kujerên berê, niha jî kujer bi lez û bez ji holê winda bûn. Em soz didin ku dê xwedî li mîrasa rêhevala xwe Nagihan Akarsel derkevin ku bi sala ye ji bo ronîkirina heqîqeta jinan têdikoşiya.”    Wan    TJA'yê li Wanê qetilkirina Nagîhanê şermezar kir. Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Komeleya Jinan a STAR, endamên Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) gelek kes beşdarî daxuyaniya li Kolana Hunerê bûn. Di daxuyaniyê de dema pankarta "Heza penusa jinan wê dawiya faşîzmê bîne " hatin hilgirtin, jinên ku li kolanê hatin cem hev bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" berz kirin.   Endama Lijneya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê Neslîhan Şedal daxuyanî xwend. Neslîhanê bal kişand ser sedsala 21'an a ku dirûşma "Jin jiyan azadî" veguheriye felsefeya jiyanê û şoreşên di pêşengiya jinan de pêk tên, destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke wiha de ne ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dibînin. cihê ku serhildanên jinan ji bo jiyanek wekhev, azad û watedar bilind dibe. Neslîhanê  got, "Aqlê desthilatdar ku xwe bi mirin, xwîn, komkujî û talanê afirandiye, li dijî jinên ku bi sedsalan jiyaneke bi wate ava kirine şer dide meşandin. ."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû   Mêrdîn   Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA'yê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayîn. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em kujeran nas dikin. Bi têkoşîna jinan em ê hesab bipirsin" hat vekirin û wêneyên Akarselê hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci di daxuyaniyê de axifî.   Şîndar destnîşan kir ku Akarselê bi salan di çapemeniya azad de xebitiye û wiha got: "Hevala me ji ber zextên faşîst têkoşîna xwe ya azadiyê li Başûrê Kurdistanê didomand. Ev êrişa li hemberî hevala me, di heman demê de li hemberî jinên kurd, li hemberî gelê kurd û kesên ji bo azadiyê têdikoşin hatiye kirin."    Şîndar bilêv kir ku kesên xwe li bêdengiyê deynin jî berprisê vê qetilkirinê ne û wiha got: "Kesên ji wan we ye dê me bi rêbazin wiha bêxlaq bitepisînin, bila li dîrokê mêze bikin. Ya hatiye kirin cinayet e û armanca vê êrişê jî hedefgirtina têkoşîna me ya azadiyê ya jinên kurd e."    Şîndar di dawiyê de got: "Hûn ê nikaribin Sakîne, Fatma, Pakîze, Sêvê, Hevîrn û Nagihanên têkoşer bi suîqestan biqedînin."    Enqere    Platforma Jinan a Enqereyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta mêr a ku duh Mahsa Amîniyê û îro jî Nagihanê qetil kir, bil baş bizanibe ku dê ronahiya têkoşîna azadiyê ya jinê bi lîstikên rarî, qetilkirina û tahdeyê neyê tefandin, ji lew re ev ronahiyeke gelekî mezin û bihişmet e.    Manîsa   Meclisa Jinan a HDP’a Manîsayê jî bi daxuyaniyekê qeetilkirina Nagîhanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn û Hevseroka HDP’a Manîsayê Zubeyde Tarlabolan axivî. Zubeyde, got ku hevalên wan Sevê, Sara û Nagihan Akarsel di encama sûîqestan de hatine qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Qetilkirina rêhevala me ku keda wê ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de heye, parçeyeke şerê tunekirina gelê kurd e. Em, alaya têkoşîna azadiya jinê û rizgariya gelan ji rêhevala xwe Nagihan dewr digirin û soz didin ku dê heta dawiyê bibiryardarî bidomînin. Stêrk, rêhevalên te bin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.