Însiyatîfa Avakirina Aştiyê, damezrandina xwe îlan kir 2022-10-04 12:24:37     ÎZMÎR - Jinên ku ji bo bersiva "aştiyeke çawa?" bibînin derketin ser rê "Însiyatîfa Avakirina Aştiyê" îlan kirin û plana çalakiyê eşkere kir.    Li Îzmîrê jin bi navê Însiyatîfa Jinên Aştiyê hatibûn gel hevdu û di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi deklerasyonê damezrandina xwe îlan kiribûn. Jinan "Însiyatîfa Avakirina Aştiyê" ava kirin û bi rêya çapemeniyê li 2'yemîn Şaxa Egitim Senê ya Îzmîrê ragihandin. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    Li ser navê jinan Didar Gul metna çapemeniyê xwend.    Didarê da zanîn ku ew ji bo tesîskirina aştiyê hatine gel hevdu û got şer ne li dûr e tam di navbera jiyanê de ye, şerê berhemê zihniyeta mêr e herî zêde zirarê dide zarok û jinan. Her wiha Didarê got şer hilberîna nîjadperestiyê ye.    Didarê da zanîn ew ê çalakiya xwe ya kolanê di 8'ê Cotmehê de saet di 17.00'an de li Îskeleya Konakê pêk bînin û ya duyem jî wê di 19'ê Cotmehê de saet di 18.30'an de li Îskeleya Karşiyakayê pêk bînin û hemû jin vexwend çalakiyên xwe.