Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hat qetilkirin 2022-10-04 12:08:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di encama êrîşa çekdarî de li Suleymaniyeyê hat qetilkirin.   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di encama êrîşa çekdarî de li bajarê Suleymaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Cenazeyê nagîhanê wê ji bo lêkolînkirinê birin Saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê.   Nagîhan a ji bajarê Konyayê bû karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiribû. Heta niha mohra xwe danî binê gelek karên lêkolînê yên derbarê jinan li Kurdistanê û derveyî welat. Çend sal bû li Silêmaniyeyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê li başûrê Kurdistanê dixebitî.   Li gorî agahiyan Akarsel di heman demê de beşdarî projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê jî bû.   Nayê zanîn kujer hatiye girtin an na, lê hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.