ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN 2022-10-03 09:00:00     *Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan da zanîn ku Protokola Stenbolê ya der barê ‘Bi awayekî bi bandor lêpirsînkirina ceza û pêkanînên dijmirovahiyê yên zalimane û îşkenceyê û belgekirina wê’ hatiye amadekirin di demên dawî de tê piştgûhkirin û got: “Em wek hekîm li beşa lezgîn, ger kes girtî yan jî hukumxwarîbe bînin cem pispor em neçarin vê protokolê îmze bikin.” DÎMEN HEYE   *Rojnamegera Îranî û femînîst Zahra Bahherîshad ji bo protesetoyên Îranê got, "Ev şoreşa femînîst a herî mezin a cîhanê ye."