'Têkoşîn û berxwedana jinan nayê astengkirin' 2022-10-02 17:36:12   COLEMÊRG - Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA'yê li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî û berxwedana jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanî dan û gotin ku têkoşîna jinan nayê astengkirin.      Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê ji bo Jîna Mehsa Amînî ya ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hat qetilkirin, li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê daxuyaniyek dan çapemenıyö û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, nûnerên jin yên ÎHD, OHD, Şaxa platforma KESK'ê ya Colemêrgê û gelek jin tevlı çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve dimeşin em ê serî li ber dîktatoran netewînin”, dowizön ku wêneyên Jina Mehsa Amînî lı ser û dara ku porê jinan pêve hatiye zeliqandin hat vekirin.   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî Sînem Seven, li ser navê çalakvanan daxuyanî xwend û diyar kir ku rejîm û hêzên wê yên ku dibînin desthilatdariya wan diheje, êrîşî jinan û têkoşîna wan dikin û destnîşan kir ku ew hewl didin pêşiya jînên berxwedêr bigrin. Sînem got, “Lê belê divê baş bê zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinan nayê astengkirin. Careke din silav li jinên ku li hemû qadên cîhanê têkoşîna jinan bilind dikin û li rojhilatê Kurdistan û li Îranê li berxwe didin”   Piştî daxuyaniyê jinan li dijî zextên li ser jinan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Jinan", stranên , “ez xelefim” û “Tu kî yî” gotin.