Li Ewropayê çalakiyên li dijî qetilkirina Jînayê didomin 2022-10-02 11:04:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bi pêşengiya jinan ên li dij qetilkirina Jîna Mahsa Amînî didomin. Li gelek navendan jinan bi armanca protestoyê porê xwe kur kirin û Bêdengiya dewletên Ewropa ya li hemberî hovîtiya Îranê şermezar kirin.   Çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ku li paytexta Îran Tehranê ji aliyê "polîsên exlaq " ve bi hinceta çend tayên porê wê ji derve ye hat qetilkirin, di hefteya sêyemîn de didomin û li gelek navendên cuda yên Ewropayê jî çalakiyên ji bo piştgirîdayîna çalakvanên Rojhilatî û Îranî jî didomîn.    Stuttgart   Bi hezaran kes li bajarê Stûttgar ê Elmanyayê hatin ba hev û ji bo silavkirina çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dest pê kirin, çalakiyek li dar xistin.    Jinan di çalakiyê de porên xwe kur kirin û bê navber dirûşmên “Jin jiyan azadî” berz kirin.   Helsînkî   Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re ya ji rêxistinên kurd û Fînî, li dijî hevkariya Fînlandiya ya li beramberî endamtiya NATO’yê, bi dewleta Tirk re, li ber Parlamentoya Fînlandiyayê hatin ba hev. Çalakî dirûşma “Li hemberî Tirkiyeyê bê çareserî nemînin” hate organîzekirin û têkîliyên ne rewa yên hikûmeta Fînlandiya ya bi dewleta Tirk re, hate şermezarkirin. Çalakvanên Fîn û Kurd bi daxuyanî û dirûşman, hevkariya Fînlandiya û Tirkiyeyê şermezar kirin. Hat xwestin ku divê Fînlandiya xwedî li nirxên demokrasiyê derbikeve û mafên gelê Kurd, bi dîktatoran re neke rojeva bazirganiyê.   Çalakvan piştre tevlî çalakiya ji bo silavkirina berxwedana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin, bûn. Çalkî bi tevlêbûna PJAK û KJAR û rêxistinan hate lidarxistin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.   Di çalakiyê de, daxuyaniyên ku polîtîkayên zextkar ên dewleta Îranê şermezar dikin, hatin dayîn.   Elmanya   Li bajarê Elmanya Kolnê, Roja 16’ê Îlona 2022’an, ji bo piştgirîdayîna serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dest pê kir, meşek hat lidarxistin. Meş bi hevkariya PJAK, KJAR, Komala, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd a Kolnê, Jinanî Mistaqîl Kom û Partiya Çepgir a Îranê hate lidarxistin.   Meş saet di 14.00’an de ji Chlodwîgplatzê dest pê kir û li Rûdolfplatzê bi dawî bû.   Di meşê de bênaveber dirûşmên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.   Mannnhetîm   Li bajarê Elmanya ê Mannheîmanê, qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ya bi îşkenceyê, bi mîtîngekê hate protestokirin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan ve hate organîzekirin û gelek jinên Rojhilatî û Faris piştgirî dan çalakiyê.   Di mîtîngê de daxuyaniya ku koma aştiyê ya jinên Kurdistanê amade kir, hate xwendin û banga piştevaniya bi berxwedêrên ku bi rojane li dijî polîtîkayên qirkirinê yên Îranê li kolanan e re hate kirin.   Awusturalya   Li payitextê Awusturalya Viyanayayê jî gel ji bo Jîna Mahsa Amînî çalakî li dar xist. Girseya di saet di 16.00’an de li Waestbahnhofê hat ba hev, heta bi Mûseûmsqûartîerê meşiya.   Çalakgerên jin, ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî porê xwe jê kirin. Berdevkên ji komên cuda ku tevlî çalakiyê bûn, bi axaftinên xwe bang li Îranê kir ku dev ji polîtîkaya xwe ya qirkirinê berde û serhildan silav kirin.   Lorîent   Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê Fransayê dijîn û dostên wan, ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî û bi sedan kesên di çalakiyên protestoyî de û ji bo piştgiriya ji bo sehildanê saet di 18.00’an de li qada Place Arîstîde-Brîand a bajarê Lorîentê hatin ba hev. Çalakî, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinên Kurdistaniyan û dostên wan dewam kir.   Yên di çalakiyê de axivîn, îşaret bi wê yekê kirin ku di berxwedana dawîn a li dijî hovîtiya li dijî Jîna Emînî de jî Kurdan pêşengî ji berxwedanê re kiriye û diyar kir ku ew bi gelên berxwedêr re ne ku li dijî hişmendiya paşverû li Îranê têdikoşin.   Di çalakiyê de bi sedan belavokên ji aliyê TJK-F’ê ve hatin amadekirin hatin belavkirin. Çalakiya protestoyî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi dawî bû.   Swêd   Li paytexta Swêd Stockholmê bi pêşengtiya TJK-E, KJAR, RONAK û rêxistina jinan a KOMELE û partiya Komunîst a Rojhilat ji bo kirina piştgiriya serhildanên li Rojhilat û Îranê, meşeke girseyî hate lidarxistin.   Îro saet di 14:30’an de li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo jina Kurd Jîna Mahsa  Amînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin û silavkirina berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê meş hat lidarxistin. Meş, ji parka Norra Bantorget dest pê kir û heta Parka Raoûl Wallenberg dewam kir.   Di çalakiyê de wêneyên Jîna Mahsa  Amînî, alên TJK-E, KJAR, KOMELE, wêneyên Zeynep Celaliyan a li girtîgeha Îranê û gelek pankartên “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. Di meşê de bênavber dirûşmÊN “Jin jiyan azadî” û “Kujer îran” hatin berzkirin.   Herwiha li bajarê Casteros  ê Swêdê jî bi heman armancê çalakî hat li darxistin   Qibris   Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî bi tevlibûna bi sedan kesî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî hat şermezarkirin.