‘Divê jin bêdeng nemînin’ 2022-10-02 09:03:53     ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Îranê jin hedef hatine girtin û piştevaniya ji bo jinan qels maye û gotin: “Tirkiye di mijara mafê jinan de ji Îranê cudatir nîne. Divê tu kes li dijî pirsgirêkan bêdeng nemîne.”   Jina Mahsa Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin û di serî de li Rojhilat, bajarên Îranê, Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê çalakiyên protestoyî didomin. Rêxistinên mafê mirovan ên li welat di daxuyaniyan de diyar kirin ku gelek kesî jiyana xwe ji dest dane û ji 70 zêdetir jin hatine binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin 52 kes nasnameya wan hat diyarkirin.   Jin der barê polîtîkayên ku jinan hedef digirin û her wiha bêdengiya li dijî van polîtîkayan de ji ajansa me re axivîn.   ‘Li Tirkiyeyê gelek jin ne azad in’   Xwendekara zanîngehê Ozge Ozgur bertekên xwe wiha anî ziman: “Ez Îranê şermezar dikim. Divê wekheviya zayendî pêk bê. Divê mirov ji ber cil û bergên xwe neyên qetilkirin. Divê cil û berg kesî nerehet nekin. Divê por an jî cil û berg kesî tehrîk nekin, nerehet nekin. Ji ber van divê kes neyê qetilkirin.”   ‘Cezayên tên dayîn ne bi bandor in’   Ozgeyê balkişand ser reşwa jinan a li Tirkiyeyê û wiha destnîşan kir: “Jin li Tirkiyeyê ne azad in. Jin li kolanê rehet nameşin. Ji ber terza min li kolanê ez têm tacîzkirin. Ev min gelek nerehet dike. Cezayên ji bo gumanbarên jinan tên dayîn têr nakin. Divê cezayên hîn bêtir giran bê dayîn. Cezayê pere ji gumanbar tê birîn û tên berdan. Ev piştre kesên din qetil dikin.”   ‘Divê çalakiyên hîn xurtir pêk bên’   Xwendekar Ela Çelîk jî bi lêv kir ku nêzîkatiya polîsên Îranê ya li hember jinan girêdayê nêzîkatiya rejîmê ye û wê jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Divê çalakî hîn bêtir xurt bibin. Ev ne tenê li Îranê li her derê hene. Yek ji van Tirkiye ye. Mafê polîtîk û civakî yê jinan ji dest wan tên girtin. Jin nikarin xwe îfade bikin. Ev di jiyana polîtîk de jî wisa ye. Helwesta polîs li Tirkiyeyê jî wisa ye. Mînakên vê gelek in. Divê em jin zêdetir dengê xwe bidin bihîstin û hewl bidin.”   ‘Para dewletên Ewropa jî têde heye’   Cansu Turan Ozturk a li Elmanyayê dijî bi lêv kir ku para welatên Ewropa jî di bûyerên li Îranê heye û wiha dirêjî dayê: “Gelê Îranê berê azad bû. Dewlet jinan bi tiştekî nahesibîne. Polîtîkayên der barê mêran de hene. Ger jin azad bin mêr jî azad in. Ji vê rewşa Îranê para welatên Ewropa jî heye. Rewşa jinên Îranê li ber çavan nagirin. Divê dewlet çareseriyekê bibînin. Divê ev wisa berdewam neke. Divê dewlet li alî gelan bin.”   Aktîvîsta Kizil Okyanus, Okyanus Atlas jî balkişand ser rola deshtilatdariyê ya di êrîşên li hember jinan de û cih da van gotinan: “Divê em bêdeng nemînin. Neheqî li me tên kirin. Jin li vî welatî ji tu mafên xwe fêdeyê nagirin. Êdî Tirkiye mafê jiyanê nade mirovan. Azadî tê sînorkirin. Li her derê em rastî tacîz û tecawizan tên. Divê em li dijî pirsgirêkan bêdeng nemînin û têbikoşin.”   ‘Pirsgirêka mezin a jinan’   Mamoste Dîler Kîşî bi lêv kir ku piştî Mahsa hatiye qetilkirin jin hedef hatine girtin û ev tenê bi Îranê sînor nîne û got: “Ev pirsgirêka her kesî ye. Piştevaniya jinan qels dimîne. Rastiya Efganîstanê li holê ye. Pirsgirêkek Tirkiyeyê heye. Li Rojhilata Navîn pirsgirêka jinê gelek mezin e. Ji bo kewandina vê birînê divê em hemû jin bibin yek. Divê em ji êşên hev re bibin deng û ji dûr ve temaşe nekin. Jin her tim li kolanan e. Jinên Îranê wek jinên Tirkiyeyê her tim di nava berxwedanê de ne. Guherînê dixwazin, vê rejîmê qebûl nakin. Êşên jinan hevpar in. Divê em hemû bibin yek û bi hev re têbikoşin.”