Li Îranê di encama gulebaranê de 58 kes hat qetilkirin 2022-10-01 11:52:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li Zahîdan a navenda Sîstan û Belûcistanê 58 kesên ku di nav de jin û zarok jî hene, qetil kir.    Xwepêşandanên ku piştî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” ve li Îranê dest pê kirin, berdewam dikin. Hêzên rejîma Îranê di xwepêşandanan de çekan bi kar tînin, ji bo belavkirina çalakiyan rasterast çalakvanan hedef digrin û qetil dikin.   Li Zahîdan a navenda Sîstan û Belûçistanê gel daketin kolanan. Hêzên rejîma Îranê, di çalakiya duh pêk hat de rasterast gel hedef girt û gule reşand. Li gorî agahiyên ku gihişt ajansa me, di encama gulebarana hêzên rejîmê ya li Zahidanê de 58 kes ku di nav wan de jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku herî kêm 270 kes birîndar bûne.   Di nava agahiyên hatine bi dest xistin de tê diyarkirin ku li Zahîdanê ji boasteng kirin peywendiyê xetên înternetê hatine qutkirin û herêm di nava dûmanê de ye. Her wiha hat destnîşankirin ku li herêmê gelek girseyên hêzên leşkerî hatine çêkirin.   Herwiha kenala Kolbernewsê ragihand ku piştî qetlîama Sîstan û Belûçistanê, fermandarê Îtlatê yê bi navê Elî Musewî ku ji artêşa Îranê ye ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye kuştin.