TJK - F bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi jinan re hat gel hev 2022-10-01 10:50:50   NAVENDA NÛÇEYAN -TJK -F. li Fransayê ji bo jinên Rojhilatî bi jinên Fransî û Îranî re li payitextê Fransa Parîsê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hat gel hev û çalakî pêk anî.   Tevgera Jinên Kurd a Parîsê (TJK-F) bi tevgerên Jinan ên Fransî û Îranî re, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ji bo piştgiriya jinên Rojhilatî, li qada Repûblîqûe ya Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê, Komeleya Jinên Îranî ya Demokratîk û Mala Jinan a Parîsê hat lidarxistin û di serî de jinên kurd gelek saziyên femînîst û partiyên siyasî piştgiriya çalakiyê kir. Rêvebirên Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê û rêvebirên şaredariya herêma 11’emîn û 19’emîn jî tev li çalakiyê bûn.   Çalakiya ku saet di  18.00’an de li qada Repûblîqûe ya Parîsê, bi stranên berxwedanê yên jinan dest pê kir. TJK-F, Komeleya Jinên Demokratîk ên Îranî, Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê, SOS Racîsme, MRAP, Sendîkaya Solîdaîres û gelek kesên bijartî, mafên axaftinê girtin. Di çalakiya ku bê navber dirûşma “Jin jiyan azad” dihat berzkin de ev tişt hat gotin: “Em femînîst bi dengekî bilind û rengekî zelal, piştevaniya xwe ji bo jinên Îranî yên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li gelek bajaran xwepêşandan kirin, diyar dikin.”   Tevgerên jinan gotin ku li jinan ferzkirina xwegirtinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve nayê qebûlkirin û gotin ku ew zextên li ser jinan ên li Rojhilat û Îranê şermezar dikin.  Herwiha tevgerên jinan bang kirn ku  ji bo zextên li ser jinan ên li Îranê bi dawî bibin, divê piştevaniya navneteweyî bi awayekê girseyî bê xurtkirin, têkoşîna li dijî dîktatoran bê geşkirin.   Berdevka Têkîliyên Derve ya CDK-F’ê Bêrîvan Firat jî diyar kir ku dirûşma “Jin jiyan azadî” di nava têkoşîna 40 salan de ye û destnîşan kir ku niha jî sembola daxwaza hemû gelan a bi hev re ya jiyînê ye.   Çalakî, piştî agahîdayîna êrîşên dewleta Îranê ya di nava 24 saetên dawîn de, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.