Newaya Jin bi manşeta 'Jin jiyan azadî' derket 2022-10-01 09:25:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya jinnê ya mehane Newaya Jin  bi hejmara xwe ya 211'an û bi manşeta "Jin jiyan azadî" derket   Rojnameya jinnê ya mehane Newaya Jin  bi hejmara xwe ya 211'an û bi manşeta "Jin jiyan azadî" derket. Newaya Jin di vê hejmara xwe de balê dikişîne ser serhildana gel a bi pêşengiya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistan ku piştî qetilkirina Jîna  Mahsa Amînî dest pê kir û di weşana xwe ya nû de giranî dide şoreşa jinê. Di hejmara meha Cotmehê de her wiha mijarên bi sernavên Şehîdên Cotmehê, Sîstema îşkenceya Îmraliyê, 3’yemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê, Ekolojî, aboriya jinê, nifşên ciwan û huner hatin weşandin.   Nivîskarên rojnameyê Çîmen Aras û Yurdusev Ozsokmenler, peyamên ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, nirxandin. Nivîskaran bal kişand ser vê yekê ku berxwedana civakî ya bi pêşengiya jinan di heman demê de peyama xwedîderketina li mafên jinan û jiyana jinan e.   Nûjiyan Amed ku yek ji nivîskarên nû yên rojnameyê ye, zîhniyeta ku sîstema dewleta Îranê li ser hatiye avakirin, nirxand.   Sala hesap pirsînê   Hêja Zerya got, “Ev nîşana wê yekê ye ku gelê Kurd û gelên din serhildana jinan, çarşefa reş, ala reş û siya faşîzma reş qebûl nakin.” Hêja Zerya li ser Peymana Lozanê, polîtîkayên mêtîngeriyê û qirkirinê nirxand.   Komploya 9'ê Cotmehê   Gonûl Kaya 25’emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê û Sîstema êşkenceya Îmraliyê nirxand. Kaya anî ziman ku hilweşandina Sîstema Îmraliyê erka herî bingehîn a mirovahiyê ye û got, "Li dijî qanûnên mêtînger û qanûnên qetlîamê berxwedan, hebûna xwe parastin û ji bo heqîqetê têkoşîn ti carî sûc nîne."   Şehîd wateya demê ne   Yek ji rojeva sereke ya rojnameyê artêşa jinê ye. Cejna Mazî û Şîmal Ûlkem Guneş li ser 30’emîn salvegera artêşa jinên Kurd û Şehîdên Cotmehê nivîs nivîsandin. Nivîskaran diyar kirin ku şehîdan mîrateyek bêdawî yê têkoşînê li pey xwe hiştiye û ev tişt gotin: “Ew bi ked, zanîn, cesaret û sebra xwe wateya demê hûnandin. Wan pêşengiya şerekî dijwar kirin. Niha artêşa jinê ji bo tevahiya Kurdistanê mîras e. Ji ber vê yekê Bêrîtan xetek e û vê xetê jî rêya têkoşînê me diyar dike. Çiqas nifşên jinên ciwan bi saya vê xetê vejîne. Di vê xetê de jin li dijî her cure desthilatdariyê hînî şer kirine bûn.”   'Pergala jinê ava kir'   Çîroka jiyana têkoşînê ya 33 salan a Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nurhak a di 13’ê Îlona 2019’an de li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, ji aliyê Songul Omûrcan ve hate nivîsandin Songul got, "Hevala Delal yek ji kadroyên pêşeng e ku bi rêxistinbûna ji bingehê, bi beşdarbûna çalakiyên ji bingehê û bi hûnandina demokrasiye pergala jinê ava kir.”   Jin li Tûnûsê hatin gel hev    Rojnamevan Fûsûn Erdogan ku naverok û encamên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku bi dehan jinên ji 42 welatan li Tûnisê hatin cem hev berhev dike, li ser şerên emperyalîst, şîdeta li ser jinê, çîna karker û têkoşîna jinê, qrîzên aborî û xweserî nirxand.   Semra Guzel serî netewand   Roza Metîna êrîşa 'serî tewandinê' ya li hemberî Semra Guzel nirxand û bi bîr xist ku rejîma AKP'ê bi rakirina perspektîfa jina azad dixwaze nasnameya jina heyî di bîra civakî de bihelîne.   Serdema nû   Newaya Jin di serdema weşana nû de kategoriyên 'ekolojî', 'ekonomiya komunal' û 'nifşa ciwan' sererast kir û li ser mijarên girêdayî naverokê cih girt.   Stara Ezda polîtîkayên aborî yên komunal û avakirina aboriya jinê li Rojava nirxand, Sultan Gulsûn jî di sernavê ekolojiyê de riya “Di lêkolîna Petropolîtîk Cli-fi de Zanista Avê” şopand.   Aktivîsta ciwan Zeynep Ayten bal kişand ser bandorên polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên ciwan, Berfîn Guneş jî nîqaşên 2. Kampa Jineolojiyê ya Ewropayê ku di meha Tebaxê de li Fransayê pêk hat parve kir.    Hevpeyvîna bi Koma Amara re   Yek ji xalên girîng ên hejmara meha Cotmehê jî hevpeyvîna bi koma muzîkê ya jinan Koma Amara re ye. Endamên Koma Amara di hevpeyvîna xwe ya bi zaravayê Kirmanckî de bersiva pirsên rojnameyê didin.   Her wiha di malpera rojnameyê de, newayajin.net, mi