Jin wê ji bo Jîna li Kadikoyê bin:Em ê serhildana jinên Rojhilat silav bikin 2022-10-01 09:20:05   Marta Somek   STENBOL - Jinan ji bo beşdariya çalakiya dê bi pêşengiya Jin bi hev re bi hêz in li Kadikoyê pêk were bang kirin û gotin:"Em ê serhildana jinên Rojhilat silav bikin. Ew çawa li kuçeyan li gel hev disekinin em ê jî bi hev re di nava piştevaniyê de vê pergalê biguherin."   Li Tehrana Îranê di 14'ê Îlonê de ji aliyê "polîsên exlaq" ên rejîma Îranê ve Jîna Mahsa Amînî hat qetilkirin. Li ser vê yekê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bûn yek.    Dê  Jin bi hev re bi hêz in di 2'yê cotmehê de ji bo Jîna Mahsa Amînî li ber Îskeleya Beşiktaşê saet di 16.00'an de bi dirûşma "Li Îranê li Tirkiyeyê li her derê azadî" çalakiyê li dar bixe. Jinên wê beşdarî çalakiyê bibin banga piştevaniyê kirin.    'Em ê deng bidin banga jinan'   Ji Jin bi hev re bi hêz in Feride Eralp bal kişand ser têkoşîna hevpar û got:"Li Kurdistan û Tirkiyeyê zihniyeta serdest a mêr heye. Daraza mêr 'jina maqûl' diafirîne. Yên li gor vê qalibê naçin jî tên qetilkirin, tundiyê dibînin. Loma em ê deng bidin banga jinê li Îranî. "   'Em ê vê pergalê bi hev re biguherin'   Ferideyê wiha bal kişand ser girîngiya çalakiyê:"Îktidareke ku ji ber terîqatan xwest Peymana Stenbolê betal bibe û li ser vê yekê betal kir, heye. Loma ji bo azadiya xwe û ji bo piştevaniya jinên Îranî em ê di 2'yê Cotmehê de li kuçeyan bin. Em di demeke gelek girîng de ne. Ew çawa li dijî dîktatoriyê têdikoşin em ê jî wiha têbikoşin. Em ê vê pergalê bi hev re biguherin."   Em bi hev re dengê xwe derxin   Ferideyê da zanîn ku ji bo Jîna ew ê bi hev re dengê xwe derxin û got ew ê tu carî bêdeng nemînin, dev ji têkoşîna xwe bernedin û netirsin.    Em bi dengekî bilind bêjin 'Jin jiyan azadî'   Endama Meclîsa Jinên Sosyalîst Tanya Kara da zanîn ku ew ê bi dengekî bilind dirûşma "Jin jiyan azadî biqêrin" û got:"Li ku derê cîhanê be bila be em ê li gel têkoşîna jinan bin. Ev têkoşîn têkoşîna herkesî ye. Em wekî jin êrişa li dijî beden û îradeya xwe qebûl nakin."   Ji bo mezinkirina piştevaniyê wê li Kadikoyê bin   Endama Tora Parastina Jinê Esma Çaglak da zanîn wê ji bo mezinkirina piştevaniyê wê li Kadikoyê bin û got:"Serokatiya Karên Diyanetê bi zagonên derdikevin û medyaya hawiz polîtîkayên hakîmiyetê li ser bedana jinê ava bike pêş dixe. Ji bo mezinkirina piştevaniya bi jinên Îranî re em ê li Kadikoyê bin."   'Em ê serhildanê silav bikin'   Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî da zanîn ew ê silavên xwe ji serhildanê re bişînin û got:"Wekî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî em li vir bangê li hemû jinan dikin. Çimkî serhildana jinê sînoran nas nake û em sînoran radikin. Em bang li hemû jinan dikin ku roja yekşemê li Kadikoyê bin."